12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kovara Bîrnebûnê bi mijareke taybet derket

Kovara Bîrnebûnê, ya ku li ser çand, huner û dîroka Kurdên Anatoliya Navîn disekine, hejmara xwe ya 90’emîn weşand. Vê carê kovar bi mijareke taybet derket pêşberî xwendevanan.

Berpirsê kovarê Alî Çîftçî diyar kir ku ev hejmar ji bo bîranîna Olof G Tandberg, dostê gelê kurd û humanîstekî navdar ê Swêdî yê ku demekê berê koça dawî kiriye, hatiye veqetandin.

Çîftçî bal kişand ser xebatên Tandberg ên ji bo nasandina pirsgirêka kurdan û piştgiriya doza wan a azadiyê li welatên Skandînavyayê. Kovar vê carê bi du zimanan, kurdî, swedî û îngîlîzî, hatiye weşandin. Nivîskar û lêkolînerên wekî Cemal Alemdar, Omar Şêxmûs, Keya Izol, Georg Kristiansen, Axel Tandberg, Maria Leissner û gelek kesên din bi nivîs û wêneyên xwe beşdarî vê hejmarê bûne.

Kovara Bîrnebûnê 27 sal in weşana xwe didomîne.

Der barê Kovara Bîrnebûnê de;

Komek rewşenbîrên ji kurdên Anatoliyê, li Almanyayê li ser derxistina kovarekê li hev kirin û li Newroza 1997an de bi hejmara yekem a Bîrnebûnê derketin pêşberî xwendevanên xwe.

Kovarê ji hejmara duyemîn bi şunda di bin Weşanxaneya Apecê li Swêdê dest bi weşanê kir. Bîrnebûn bi sernavê “kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên anatoliyê” derdikeve û heta niha di derbarê kurdên Anatoliyê de gelek çavkanî weşand. Dîrok, civaknasî, erdnîgarî, etnolojî, folklor û devoka kurdên Anatoliyê; eşkerekirina belge û agahiyên ku heta îro nehatine vekolîn û veguheztina çavkaniyên devkî ji armancên herî girîng ên kovarê ne. Di kovarê de dîrok, wêje, kurteçîrok, çîrok, helbest, şano, folklor, efsane û wergerên li ser kurdên Anatoliyê cîh digrin.

Nivîskarên Bîrnebûnê di kovarê da li ser lêkolînên çandî, dîrokî û edebî disekinin. Ji ber vê yekê kovar, di çerçoveya prensîba bêalîbûnê de tê çapkirin. Ev yek jî di hejmara “Destpêk” a hejmara yekem a kovarê de, ku li ser dîrok û çanda kurdî radiweste, hatiye teqezkirin.

Her wiha heta niha gelek nivîskaran di kovarê de cîh girtin û gelek nivîs, hevpeyvîn û nûçe amadekirin.

Ji destpêkê da heta îro wek Nebî Kesen, Nuh Ateş, Alî Çîftçî, Seyfî Dogan, Fikret Yildiz, Muzaffer Ozgur, Mem Xelikan, Berîvan Keskin, Mehmet Bayrak, Rohat Alakom, Îhsan Turkmen, Mehtab Îdelî, Altun Başaran, Osman Alabay (Curukî), Îrfan Baysal, Bekir Darî, Hacı Erdogan, Vahîd Duran, Amed Tîgrîs, Mahmud Lewendî, Memê Hîlkecîkî, Hesenê Metê, Neçîrvan Qîlorî, Memê Mala Hîne, Prof. Dr. Hacî Akman, Xîzan Şîlan, Yusuf Yeşîloz, Yusuf Polat, Ecevît Yildirim, Memduh Selîm, Nesrîn Bayram, Fatoş Koyuncuer, Mîlle Evîndar, Mistoyê Heco, Adem Ozgur, S. Erdem, Enes Rojvan, Bîlal Celeblî, Hizir Akbîna û gelek kesên din di kovarê da cîh girtin.