Hejmara 97an a Kovara Jin bi sernavê “Jiyana me her tim şer bû” derket. Di hejmara nû de jin destnîşan dike ku jinên kurd tevî hemû zext û qetlîaman çawa li ber xwe didin da ku modela civakî ya demokratîk, wekhevîxwaz ava bikin.
Sernavê nivîsên kovarê û nivîskarên wê wiha ne:
Çarçoveyên Berxwedanê yên Tevgera Jinên Kurdistanê û Dustura “Berê li Jinan Bidin” / Sara Aktaş
Li ku derê Dilê Rastiyê Lêdide Çapemeniya Azad li wir heye / Kîbriye Evren
Ev Şer Berdewam e / Heval Arslan
Sûriye û Hiqûqa Mirovî / Zîlan Aydin
Di Berhemên Wêjeyî de Jin -1 / Didem Yilmaz