13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kotê Berçem cihê şoreşa civakbûnê ye

Xêredînê Şemsê

Kurdistan warê xêr û bêrê ye. Kurdistan warê jîn û jiyanê ye. Warê şûnwarî, çandinî û cotkariyê ye. Warê bawerî, civakîbûn û şaristaniyê ye. Di erdkolojiyên şûnwarên li Kurdistanê de ev yek bêtir ronî û bi qîmet dibe. Dema mirov li şûnwarên Xirab Reşkê, Newala Çorî, Kotê Berçem, Şikeftên Hîlarê û derdora Çemê Firat û Dîcleyê dinêre dibîne ku li vê axê war hatine avakirin û li dora van waran çandinî, cotkarî, sewalkarî û çand pêş ketiye. Hilberîn pêş ketiye û pergala rêveberiya civakî pêş ketiye. Şûnwarên li ser vê axê tên kolandin dîroka 10-12 hezar sal berê ronî dike.

Şûnwarê Kotê Berçem jî yek ji van Şûnwarên dîroka Kurdistanê ronî dike ye. Kotê Berçem ku dîroka civakibûnê ronî dike 7 kîlometre li başûrê Rojava yê Navçeya Erxenî ya Amedê hatiye avakirin. Li gorî berhemên li vir hatin dîtin dîroka wê heta 10 hezar û 750 sal berê diçe. Wê demê nêzî 600 mirov lê jiyane. Ji bo wê serdemê mirov dikare bêje di aliyê zanist, mîmarî, çandinî sewalkarî û civakîbûnê de bajarekî pir pêşketî û nûjen e.
Di erdkolojiya Şûnwarê Kotê Berçem de tê xuyakirin ku dîroka civakîbûn, çandinî, cotkarî û sewalkariyê li vir dest pê kiriye. Zanist, mîmarî û hunera destan li vir dest pê kiriye.
Pêşketinên li Kotê Berçem, ji bo mirovahiyê pêngava şoreşa civakîbûnê daye testpêkirin. Ji ber vê yekê di dîroka mirovahiyê de xwedî cihekî taybet û girîng e. Dîrok û çanda serdema neolîtîkê ronî dike.

Kotê Berçem, di 1963’yan de ji hêla şûnwarnasan ve hatiye keşifkirin û kolanên wê yên destpêkê di 1964’an de ji hêla Halet Çambel û Robert j.Braîdwood ve hatiye kirin. Li vî gundê serdema neolîtîkê ji bo dîroka mirovahiyê gelek encamê dîrokî derketine holê. Di van berhemên hatin dîtin de hat çespantin ku Kurdistan warê serdama neolîtîkê. Warê şaristanî, zanistî, civakîbûn, bawerî, çand, ilm û bazirganiyê ye.
Di Şûnwarê Kotê Berçem de xuya dibe ku warê destpêka hilberînê ye. Yekem kedîkirina sewalan li vir dest pê kiriye. Yekem çandiniya genim, nîsk, ceh li vir dest pê kiriye.
Yekem mîmariya avahiyan û pergala avdaniyê li vir dest pê kiriye. Dîsa ya herî girîng pergala civakîbûnê li vir dest pê kiriye û pêş ketiye. Di fîgûr û berhemên hatin dîtin de nîşan dide ku çand û jiyana dayikê heye. Dayiksalarî û çanda Xwedawendiyê li pêş e.
Yek ji şûnwarên din jî Şikeftên Hîlarê ne. Şikeftên Hîlarê jî 7 kîlometre li başûrê Erxeniyê ne. Şikeft li Rojhilatê Kotê Berçem e.

Wekî ocaxa keviran hatiye bikaranîn. Tê gotin ku hemû kevirên Kotê Berçem ji vir hatine derxistin. Şikeftên Hîlarê jî nişan dide ku çanda mîmarî û şûnwariyê çawa pêş ketiye.
Di destpêkê de wekî ocaxa keviran hatiye bikar anîn. Piştre jî wekî mezelê taht (goristana kevir) hatiye bikar anîn. Di fîgûr û mîmariya vir de tê xuyakirin ku gorên xizan û dewlemendan ji hev cuda ne. Di serdemên din de ev şikeft wekî xana Karwanan hatiye bikaranîn.