Mirovên bi hezaran sal berê ketin nava lêgerîna parastinê, ji keviran xanî ava kirin. Kevir bi teşe kirin û ruh dan keviran. Ji bo xwe kirin wargeh û stargeh. Ji van keviran qesr û qonax ava kirine. Qesr û qonaxên li Rihayê wêneyê çanda mirovahiyê nîşan dide
Bajarê Rihayê demsala havînan zêde germ e. Zivistanan jî sir û serma ye. Mirovên bi hezaran sal berê li Rihayê bi cih û war bûne ji wê demê ve ketine nava hewldana parastina germ û sermayê. Mirovên wê demê ji bo karibin havînan xwe ji tîn û tîrêjên rojê; zivistanan jî ji sir û sermayê/seqemê biparêzin ketine nava lêgerînên dijwar. Erd qelaştin, di sînga ber û latan de menzel/goze ava kirin. Ji lat/kevirên şehkirî koşk û qonax ava kirin. Gelo ma ne ji ber van şert û mercên giran/zahmet bûna dê mirovan karîbûna bi kevir û latên heybet koşkên awarte ava kiribûna. Dê karibûna koşk û qesrên bilind ava kiribûna? Ev koşk û qonaxên li Rihayê hatine avakirin, nexşeya dilê civakê û neynika bawariyan in. Hêz, afirînerî û giredana xwezayê ye. Koşkên Rihayê xwedî dîrokek kevnare ne. Rihê bi çand û dîroka xwe her tim mohra xwe li şaristaniyê xistiye. Ev yek bi mîmarî, avahî û warên dîrokî her tim awirên çavan dikşînin ser bejna xwe. Bi motîf û sazkirina avahiyan kevneşopiya civakê di dilê xwe de vedihewîne. Koşk û malên ku li gorî zirûf û mercên avhewayê hatine avakirin di heman demê de bi fesil û nexşên li ser dîwarê wan hatine xêzkirin/hûnandin jî kevneşopî, çand û dîroka Rihayê vedibêje. Bîr û baweriya welatiyên Rihayê şopê şaristaniya Rihayê dide dest. Dîsa şekl û teşeyên mîmariya qonaxên Rihayê asta civakîbûn, xizanî, dewlementî û pêşketina civakê diyar dike. Mîmarî û sazkirina van koşk û qonaxan neynika bawerî, civakî, aborî, çand û têkiliya mirovan a bi xwezayê re ye. Hemû rengên civakê yên hezar salan mirov dikare di nava rêzên dîwar, stûn, serder û şibakeyan de bibîne. Mirov ji şekl û şemalê van koşk û konaxan dizane ku ev war xwediyê erdnîgarî û avhewayek çawa ye. Mirov dikare rengê şaristanê li ser dîwar û kevirên van koşk û qonaxan bimîne. Çawa malên Amedê ji kevirên reş ên bazalt, malên Deriya Reş ji text û daran, malên Heranê ji ax û kerpîçan hatibe avakirin, koşk û qonaxên Rihayê jî, ji kevirên spî û kilsînî hatine avakirin.
Koşk û qonax wekî mal û avahiyên Rihayê yên din ji kevirên kilsînî û spî hatine avakirin. Ji ber ku ev kevir kolandina wan û şehkirina wan hêsan e di hemû koşk, dêr, mizgeft û malan de hatine bikaranîn. Kevîrên kilsînî zivistanan germ havînan jî hênik in.
Riha ji ber ku hevînan pir germ e û zivistanan jî pir sar e, koşk û avahiyên wê jî li gorî şert û mercên avhewayê hatine avakirin. Ji ber ku mirovan wê demê zêdetir debara xwe bi çandinî û rênçberiyê dikirin, bêhna rez û bez ketiye dîwarên koşk û malan. Ji ber ku zêdetir bi çanda zevî û rençberiyê eleqeder dibûn kevneşopî li ser ruyên dîwar û mîmariyê xwe dide der. Ev çand û jiyana civakê reng û ruhê xwe di war, koşk û qonaxan de jî xuya kiriye. Dîwarên koşkên Rihayê pir stûr in. Hewşên wê fireh û eywanên wê dirêj û kûr in. Gelek menzelên fireh û dirêj, kîler, sarinc û bîrên avê, depoyên erzaq û hawizên avê hatine avakirin. Tenûr mutbex cuda hatine avakirin. Dîsa ji ber sewalkariyê di beşên hewşên koşkan de menzelên sewalan jî cuda hatine avakirin. Odeyên demsala zivistanî cuda, odeyên demsala havînan ji hev cuda hatine avakirin. Hin koşk 2 qat, hin koşk jî sê qat in. Hewşên koşkan bi hawiz, dar û beran ji germahiya havînê dê parastin. Di beşên hewşê yên cuda de, di hundirê curnên mezin ên ji kevirên spî hatine kolandin de darên cuda hatine çandin. Hewşê wan fireh û di orta hewşê de hawizên ji kevirên merher hatine sazkirin. Zêdetir di hundirê curnên dora hawiz de darên tû, hejîr, hinar û tirî, tahlî û cureyên darên dih hatine çandin. Li derdorê hin hawizan jî gul û kulîlk hatine çandin. Li curnên di hewşê de xwarina zêde lê tê rokirin. Ev xwarin ji aliyê civîk, mirîşk û sewalên bajêr ve tê xwarin. Di gelek koşk û qonaxan de serşok li aliyê malê hatiye avakirin û bi taybet hatine lêkirin.
Hewşên koşkan ên bilind û fireh ji 2 beşan hatine avakirin. Eywan û şanişîn jî li gorî demsalê hatine avakirin. Eywanên ji bo demsala zivistanê berê wan li başûr, ewyanên ji bo demsala havînê hatine avakirin jî berê wan li bakur dinere. Hewşa koşkê di nava herdu eywanan de dimîne. Di piraniya koşkan de hawizê avê heye. Deriyê eywanên koşkê yên başûr û bakur li hev dinerin. Ser koşkan bi metal û axê hatiye pêçan.
Koşk û malên Rihayê gelek jê ji hev cûda ne. Hin koşk û mal ji ewyanekê, hin koşk û mal ji 2 eynanan û hin koşk û mal jî, ji 3 û 4 eywanan pêk tên. Hêjmar û mezinbûna eywanên koşk û malên Rihayê li gorî nifûsa zêde zêdebûna mêvanan û dewlemendiya malbatê tê guhertin. Ger ku koşk yên malmezinê êl û eşîrê be, koşk û xana wî li gorî wê tê guhertin. Ger ku malbatek mêvanperwer be û zêde mêvanê wan hebin jî mezinbûna koşk û konaxê li gorî wê tê guhertin. Lê di demê dawî de koşk wekî otelan tên bikar anîn.
Mîmarî
Deriyekê koşkê vedibe hewşê Deriyek jî vedibe kolanê. Dema mirov di deriyê kolanê re darbasi koşkê dibe salonek fireh derdikeve pêşiya mirovan. Li orta salonê derenceyek fireh û pêlikên wê bi merş/berik ê mûyê bizinan hatiye raxistin derdikeve qatê 2emîn. Li pişt dawiya salonê pişt derencê deriyekî fireh derdikeve hewşa koşkê.
Hundirê eywanê bi amûr û xemlên cuda hatine neqişandin. Li çep û rastê salonê du odeyên fireh û dirêj deriyên wan vedibin heywanê menzelê, bi xalîse û esîdeyan hatine raxistin. Li dora dîwarên menzelê balgiyên hundirê wan tijî qamiş li ser mînderk û doşekan hatine rêzkirin. Seranserî dîwarên menzelan bi doşek û balgiyan hatine rêzkirin. Li van odeyan xwarin tê xwarin. Ev salon hin jê çarqozî û jora wan dişibe qubeyan. Hin jî zirav û dirêj û dişibin tunelan. Li nava menzelan maseyên nizm biqasi bihostekê ji bo xwarinê hatine rêzkirin. Li hin koşeyên odeyê li ser sehpayên biçûk sinî û li ser siniyê jî surehî ango kûpê avê yên sifir ango tûtyayê tên xemilandin. Di dîwarên odeyan de şibayekên biçûk hatine vekirin. Jora odeyan dişibin qubeyan û bi kemeran hatine hunandin.
Piştî mirov eywanê derbas dike hewşek mezin derdikeve pêşberî mirovan li çep û raste hewşê bi ser heman salonê ve avahiyên duqat hewşê dorpêç dike. Li milekî derî li tenişta diwarê eywanê sarinç hatiye kolandin. Derdora deriyê sarincê bi kevirên xemilandi bi qazî 2 buhostan ji erdê hatiye bilind kirin. Jora sarincê di hundirê dîwar de wekî mînberek cih di dîwar de hatiye çêkirin û dewla avê lê hatiye daliqandin. Beşên çep û rastê hewşê bi mîmariyek hevcot hatine avakirin û li ruyê/wecê hev dinerin. Piraniya wan qatê ewil nêvî di bin erê de ye. Bi nîv derenceyê mirov derdikeve qatê duyem. Qatê sêyem jî bi derencên mezintir û bilindir mirov derdikeve jor. Di nava hewşê de hawizên mermer û xemilandî hatine avakirin. Li derdorên van hawizan gul û kulîlk hatine çandin. Hin jê jî darên cur be cur hatine çandin.
Hin koşk wekî otel û aşxaneyan tên bikaranîn. Li van koşkan hewşên wan jî mase lê hatine bicihkirin û mêvanên tên van koşkan ên dixwazin dikarin li hundir ên dixazin jî dikarin li hewşê li ser maseyan xwarinê bixwin.
Çarçoveyên derî û şibakeyên van koşkan bi taybetî hatine neqişandin. Hin derî û şibake çarqozî û qirover, hin şibake û derî jî jora wan dişibe kemerê. Camên wan bi rengên cuda hatine heqişandin. Di gelek menzel û eywanan de ji bo hewayê bistîne taq/şibake yên biçûk ku dibişin stêrkan vedibin derve.
Qatê jerin ku wekî bodrûmê ye zêdetir cihê kîller û nanpêşiyê ye. Li vir xwarin tê çêkirin û firaq tê şuştin. Zêtetir xizmeta mêvan li qate jêrin tê kirin. Li qatê navîn jî zêtedir cihê rûniştin û xwarinê ye. Tebeqeya jor jî zêdetir cihê westan û razanê ye. Ji ber ev qat bilind derdora bajar li vir xweştir tê xuyakirin. Her wiha derî û şibakeyên vî qatî zêtetir in. şibakeyên vî qatî bi mîmariyek taybet û awarte hatiye neqişandin.
Hin koşk jî ji 2 qatan pêk tê. Li van koşkan şikabeyên qatêr jêrin hêj zêdetir in. Dîsa fîgur û motîvên liser dîwarên van koşkan hêj bi serêşiyek mezin hatine xemilandin. Ev koşk wekî bi qelemê hatibin neqişkirin. Kevirên wan bi taybetî hatine teşekirin û şehkirin. Serdera eyşanan û hunduriê ewyanan bi mimariyek taybet hatiye çêkirin.
Ji ber li Rihayê kevok perçeyekî çandê ye, li hin koşk û qonaxan bi taybetî kevok tên xwedîkirin. Her wiha li her qatî di curnan de gul û kulilk rengekî zindî didin kevirên koşkan. Ji ber ku jora banî ax e li her koşk û konaxê bangirtan ango gindor heye.
Taybetiyek Riha û çanda Rihayê jî şevbihêrkê wê ne. Şevbihêrk bi taybetî li van koşk û qonaxan tên li darxistin. Dengbêjên Rihayê ji bo dil û kêfa mêvanan xweş bikin li salon û eywanên fireh ên van koşkan her şev şevbiherkan lidar dixin û dilê mêvanan xweş dikin. Dema şevbihêrkan li dar dixin mêvan jî li gorî dilê xwe govend digrin û direqisin. Li keyfa xwe dinerin. Dîsa di dema xwarinan de stranbêj şahiya muzîkê didin. Ji ber çanda şevbihêrk û dengbêjiyê hertim ev koşk û qonax deriyê wan mêvanan re nayê girtin û 24 saetan zindî ne.
Hin koşkên navdar
Konaxa Mahmud Nedîm, Koşka Sakip, Koşka Cewahîr, Koşka Gulîzar, Koşka Çardaxî, Mala Rûsipiyan, Mala Hacî Hafiz Ahmet. Mala Şahap Bakir, Konaxa Hecî Mistefa û gelek koşk û malên din hene.