Koroya Gelan, li dêra Azîz Vukolos a navçeya Konak a Îzmîre ji bo Hunermend Aram Tîgran bernameya bîranînê li dar xist. Gelek kes tev li bernameya bîranînê bûn. Hunermendan stranên Aram Tîgran gotin û ew bi stranên wî bibîr anîn. Di bîranînê de endamê Koroya Gelan Murat Mengirkaon diyar kir ku Aram Tîgran bi jiyana xwe bûye pir û sîwanek di navbera gelan de û cihê şanaziyeke ku Aram Tîgran li welatê wan stirî ye.
Bername bi soza şopandina rêça Aram Tîgran û çepikan bi dawî bû.
