12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kordu: Êdî gelê Tirkiyeyê jî îsyan dike

Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordu, anî ziman ku meşa wan li dijî qeyûm û ji bo mafê hemû gelên Tirkiyeyê ye û di esasê xwe de li dijî tecrîdê ye û got: “Ev meşa me li dijî tecrîdê ye. Êdî gelê Tirkiyeyê qeyranê dibîne û îsyan dike.”

Di pêşengiya DEM Partiyê û rêxistinên civakî de nûnerên saziyan ji herêmên Marmara, Ege, Anatoliya Navîn meşiyan Wanê û 6 rojan ji Wanê heta Colemêrgê meşiyan. Meşvanên “Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” ku zêdeyî 200 kîlometre meşiyan, bertekên xwe yên li dijî qeyûm, tecrîd û şerê li Kurdistanê anîn ziman. Zarok, jin, ciwan, kal û pîr tev li meşê bûn û bertekên xwe yên li dijî tecrîd, şer û qeyûm anîn ziman. Meşvan bi coşek mezin derketin rê û bêyî westan û rawestan xwe gîhandin Colemêrgê. Di meşê de ji Tekîdragê heta Colemergê pêşengên civakê xwe gîhandin hev û li dijî înkara vînê û destên xwe dan hev. Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsîmê Ayten Kordu li ser armanca meşê, qeyûm, tecrîd û şerê ku li Başur geş dibe nirxandinên girîng kir.

Ayten Kordu, ewil li ser armanca meşê axivî û wiha got: “Li Colemergê vîna gel hatiye xespkirin. Beriya ku mirov li niha binere, divê mirov li beriya xespkirina binere. Em dinerin beriya avakirina Komarê û bi avakirina Komarê re polîtikayên înkar û bişaftinê di meriyetê de ne. Ji avakirina komarê heta niha gelê kurd û elewî û baweriyên din di polîtikayên qirkirinê re derbas bûn. Li vî welatî li dijî hemû kesên ku aştî, demokrasî, wekhevî û azadiya mafên xwe xwestin, polîtikayên komkujiyê pêş ketin. Ji ber vê yekê dema mirov li xezpa vînê dinere, polîtikayên qirkirin û înkarê hêj didomin. Xespa vînê ne tenê ji peyvirgirtina Hevşaredarekî ye. Siyaseta qeyûm bi salan e li ser gelê kurd tê meşandin. Nasname, bawerî, çand û zimanê kurdan nayê naskirin.

Hiqûqa mêtingeriyê heye

Parlamentera Dêrsîmê Ayten Kordu, anî ziman ku li vî welatî hiqûqa dijminantiyê heye û wiha axivî: “Bi taybetî li Kurdistanê hiqûqa dagirkeriyê di meriyetê de ye. Gelê kurd di hilbijartinan de vîna xwe hildibijêre. Lê bi qeyûman vîna gel xesp dikin. Bi vê yekê înkarkirina ziman, çand û nasnameya kurdan berdewam dikin. Bi qeyûman dibêjin ‘Em vîna we nas nakin.’ Em tenê ji bo kurdan nameşin. Em ji bo demokrasî, wekheviya hemû gelên Tirkiyeyê dimeşin. Ji ber vê yekê dostên gelê kurd jî û nûnerên saziyên demokratîk jî di nava vê meşê de cihên xwe digirin. Me ji Marmara û Egeyê bi tevlêbûna nûnerên saziyên demokratîk dest bi meşa wekhevî û azadiyê kir. Ev meş ji bo azadiya hemû gelan e.”

Ev meşa me li dijî tecrîdê ye

Ayten Kordu, da zanîn ku li aliyekî li dijî xespkirina vînê dimeşin, li aliyê din li dijî politikaya tecrîdê dimeşin û wiha berdewam kir: “Bi destûra bingehîn a 1924’an politikaya înkar û tecrîdê dest pê kir. Ji ber vê yekê tecrîda li ser Birêz Ocalan tecrîda li ser gelê kurd e. Ev tecrîd li ser hemû beşên civakê tê ferzkirin. Ji ber ku Birêz Ocalan hem li dijî polîtikayên şer, hem jî ji bo azadiya hemû gelan, fikrên pir muhîm pêş xist. Di pêvajoya  Dolmabahçeyê de ev hewldana Birêz Ocalan hat dîtin. Ji ber vê yekê hikûmetê ev pêvajo xera kir. Eger hikûmetê ev pêvajo xera nekiribûya, belkî îro li ser vê axê şer tunebûya. Wê deriyê demokrasî, aştî û wekheviyê zûde vebûbûna.”

Tecrîd bingeha înkarê ye

Hêzên ku xwe ji politikaya  şer xwedî dikin ev yek nexwestin. Ev îktîdar dema politikaya tecrîdê dimeşîne jî di esasê xwe de li dijî vîna gelê kurd dimeşîne. Ev tecrîd li dijî fikr û felsefeya Birêz Ocalan e. Qeyûm parçeyekî polîtîkaya tecrîdê ye. Tecrîd bingeha polîtîkayên înkar, bişaftin û qeyûm e. Qeyûm berhemê tecrîdê ye. Hiqûqa dualî û dijminantiyê pêş dixin. Înkar dikin. Bi vê yekê divê ez vîna we nas nakim. Li girtîgehan vê polîtîkayê bi binpêkirina mafên girtiyan didomîne.”

Ayten Kordu, armanc û wateya tevlêbûna gelên herêma Marmara, Ege, Anatoliya Navîn û herêmên din jî nirxand û ev tişt got: “Îktîdara AKP/MHP’ê 21 sal in faşîzmek pir mezin ava dike. Li vî welatî faşîzmê dike sazîbûn. Vê yekê bi pergala perwerdehiyê û hemû şaxên din pêş dixe. Îro faşîzm bi polîtîkayên cuda pêş dikeve. Ne tenê bi înkara fizîkî, bi înkara çandî û nenaskirina vînê didome. Yek ji pirsgirêka herî mezin a pêvajoyê talankirina xwezayê ye. Talankirinek mezin heye. Mirov bi xweza û derdora xwe heye. Mirov ekolojîk e û hafizayekê ava dike. Îro êrîşeke li dijî ekolojiye heye. Talankirina xweza û ekolojiyê tenê li Kurdistanê pêk nayê. Li Ege, Marmara û Deryareş jî talankirin heye. Qadên ekolojîk pêşkêşî sermayedarên mezin ên kapîtalîst dikin. Dîsa li dijî têkoşîna jinan êrîşek pir mezin heye.

Êdî gelê Tirkiyeyê jî îsyan dike

Ayten Kordu, da zanîn ku êdî di her qadê de qeyran heye û wiha lê zêde kir: “Ev êrîş li dijî mafê hemû gelan e. Jiyana kedkar, karker, ciwan, jin, tenduristî û hemû qadên din tê binpêkirin. Ji ber vê yekê êdî gelê Tirkiyeyê jî îsyan dike. Êdî hemû kesên demokrat ên li Tirkiyeyê azadî, wekhevî demokrasî û edaletê dixwazin tev para xwe di vê xespkirina vînê de dimînin. Ji ber vê yekê ye aştî, demokrasî û azadî li vî welatî ji bo her kesî lamiz e. Di rêzikname û felsefeya partiya me de jî têkoşina ji bo hemû beşên civakê heye. Em ê xwe çivakî bikin û bi rêxistin bikin. Wekî din şensê me tune ye.

Kordu, da zanîn ku ji her bajarekî tevlêbûna nûnerên civakê nîşan dide ku tevgera wan mezin bûye û li hemû Tirkiyeyê belav bûye û bûye xwedî hêz.

Li Kurdistanê xwezayê tune dikin

Kordu, li ser şewata li Kurdistanê, birîna daran, qedexeyên gund û zozanan û operasyonên herêmê jî rawestiya û wiha got: “Li dijî dar û berê kurdan jî hiqûqa dualî û hiqûqa dijminantiyê heye. Li dijî daristanê û hemû zindiyên Kurdistanê hiqûqa dijminantiyê heye. Li Marmarayê xwezayê pêşkêşî sermayedaran dike. Li Kurdistanê dişewitîne û tine dike. Li dijî kurdan jî û li dijî xwezaya kurdan jî cothiqûq heye. Êdî gelê  Tirkiyeyê jî êdî vê rastiyê dibînin. Li aliyekî daran dibirin, li aliyekî bendavan ava dikin. Kurdistanê bê mirov dihêle. Ev bi xwe tecrîd e. Naven cih û waran diguherîne. Mirovan ji cih û warên wan dikin. Hafizayê tune dikin. Ev tecrîd bi xwe ye.”

Dema nikaribin bikujin didin koçkirin

Bi salan xwest bi komkujiyê politikaya înkarê bi encam bikin, lê niha bi valakirin û tunekirina hafizayê dixwazin politikaya xwe bi encam bikin. Bi erdnîgariya me dilîzin. Qada jiyana me diguherînin. Mirovan ji derve tînin vir. Demografiyê diguherînin. Yên nikarin bikujin, bi tunekirina hafizayê pêş dixin. Lê li dijî vê yekê gelê kurd ê berxwedêr heye.”