Koordînasyona Şopandin û Çavdêriyê ya Grevên Birçîbûnê ku ji hêla Baroya Amedê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye avakirin, rapora xwe ya têkildarî greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin parve kir. Daxuyanî li avahiya Alîkariya Edlî ya Baroya Amedê hate parvekirin.
Metna daxuyaniyê ji hêla Sekretera Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê Reyhan Gok ve hate xwendin. Gok, da zanîn ku grevên birçîbûnê di roja 22’yan de berdewam dikin û wiha got: “Greva birçîbûnê ya demkî-dorveger bi armanca bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan tên kirin, sererastkirina mercên înfazê ku roj bi roj giran dibin, bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, destûrdayîna hevdîtina bi malbat û parêzeran re û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk di 27’ê Mijdara 2023’yan de li gelek girtîgehên Tirkiyeyê hate desptêkirin û di roja 22’yan de didome.”
Rayedaran hêj tu gav neavêtiye!
Bi domdarî Gok anî ziman ku îktîdara siyasî û saziyên têkildar ji bo bidawîkirina grevên birçîbûnê heta niha jî tu gav neavêtine û wiha pê de çû: “Di serî de rûmeta girtiyan, mafê jiyanê û mafên tenduristiyê, hemû mafên girtiyan di bin berpirsyartiya dewletê de ne. Di kîjan qonaxê de dibe bila bibe, qedexeya dayîna şekir, xwê û vîtamînê ya rêveberiyên girtîgehan tê wateya îşkence û miameleya xerab a bi demê re hatiye vehêlandin û binpêkirina mafê jiyanê ye. Ji bo girtiyên ketine greva birçîbûnê jiyana xwe bidomînin divê herî kêm 5 îskanên mezin ên avê/şilavî, 2 kevçiyên çayê (2 gr) xwê, 5 kevçiyên xwarinê yên şekirê, bi qasî kevçiyekê şirînahiyê karbonat û 500 mg preparatên kompleksa vîtamîna B ku vîtamîna B1 jî di nav de ye were dayîn.”
‘Divê bi rêk û pêk bên şopandin’
Di berdewamê de Gok ev agahî parve kirin: “Heke tiştên li jor hatine destnîşankirin neyên dayîn, mîna di çalakiyên salên berê de dê di fonksiyonên mejî yên girtiyan de rê li ber xesarên mezin vekin û heta dê rê li ber mirina wan veke. Ji bo pêşîlêgirtina pirsgirêkên cuda yên tenduristiyê; divê xebatkarên tenduristiyê yên girtîgehê rewşa girtiyan bi rêk û pêk bişopînin. Dema dikevin rewşeke wisa ku nikarin pêdiviyên xwe yên weke av, xwê, şekir û vîtamîna B’yê pêşwazî bikin, divê derfeta refeqetvanî bidin, di bin tecrîdê de neyên ragirtin û serî li zorê nedin.”
‘Divê her kes bi hestiyarî nêz bibe’
Bi domdarî Gok ji bo mafên tenduristiyê yên girtiyan bang li hemû rayedaran kir. Gok, Destûra Bingehîn û PMME bi bîr xist û got ku divê girtî rastî miameleyeke xerab û rûmetşikandinê neyên, mafên wan ên azadî û ewlehiyê bên parastin, rastî înfazeke zalimane neyên, li dijî wan tevgerên dermirovî, biçûkxistin û rûmetşikandinê neyên kirin.
Gok, daxuyand ku tecrîda li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ku bi rewşa agahînegirtina mutleq didome li dijî Destûra Bingehîn, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMM) û Qanûna Têkildarî Ceza û Înfazkirina Tevdîrên Ewlehiyê ye. Gok, wiha bi dawî kir: “Hêj grev neketiye qonaxeke jêneveger û talûke, divê îktîdara siyasî daxwazên çalakvanan binirxîne. Nexwe dê di mijara mafên tenduristî û jiyanê de encamên nebaş derkevin holê. Berpirsyartiya vê jî di stûyê îktîdarê de ye. Lewma divê Wezareta Dadê û saziyên têkildar tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Divê îktîdara siyasî bi rêyên aştiyane tevdîran bigire û ji bo nirxandina van daxwazan bikeve nava liv û tevgerê. Banga me ji bo Wezareta Dadê û hiqûq û saziyên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî ew e ku di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin.”