Endama Kooperatîfa Jinan a Şîmalê Şîmal Beyîk da zanîn ku wan kooperatîf ji bo jinên ku hilberînê dikin û keda wan nayê dîtin avakiriye û wiha got: “Di bin sîwana kooperatîfê de me xwest em keda jinan bidin xuyakirin.”
8 jin li Amedê hatin cem hev û ji bo ku keda jinan a di hilberînê de bê dîtin Kooperatîfa Jinan a Şîmel li navçeya Yenîşehîr a Amedê ava kirin. Jinên ku di kooperatîfê de xwarinên herêmî çêdikin berhemên xwarinê ji jinan dikirin. Jin bi kooperatîfê armanc dikin ku kedan jinan a ku nayê dîtin, li cihanê belav bikin.
Têkildarî kar û barê kooperatîfê de Endama Kooperatîfa Jinan a Şîmalê Şîmal Beyîk ji rojnameya me Xwebûnê re axivî. Şîmal Beyîk, li ser xebata xwe da zanîn ku ew penc salin karê hilberînê dike û got: “Kargeriyek min a din jî heye. Ez li wir jî xwarinê çêdikim û difiroşim. Ez xwarinên heremî dipêjim. Piştî penc salan me xwast em koopertîfekê ava bikin. Em 8 jin kom bûn û me kooperatîf ava kir. Hinek hevalê me yên berê bûn. Hinek ji wan jî nû ne. Em hatin cem hev û me biryara vekirina kooperatîfê da û me vekir. Armanca me ji bo ku em kada xwe biparêzin û ji bo jinan qada kar vekin.”
Debar nabe
Beyîk bal kişand ser qeyrana aborî û wiha got: “Ji aliyê aboriyê ve em hatine asteke wisa ku êdî debar nayê kirin. Berê di malbata ku 7 kes lê hene de, kesekî ku bixebitiya dikaribû debara 6 kesan bikira. Lê niha 6 kes bixebitin û kesek nexebite, ew 6 kesên ku dixebitin nikarin bi xwe re wî kesên ku naxebite xwedî bikin. Ji ber wê yekê me xwest em jinan bêtir tevlî pîşeyê ku dizanin bikin. Kesên ku herî zêde kedê didin jinin. Lê keda wan nayê dîtin. Di bin sîwana kooperatîfê de me xwest em keda destê jinan biparêzin û bidin xuyakirin.”
Xwarinên heremî
Beyîk li ser xwarin û hilberîna di kooperatîfa jinan de amade dikin de jî rawestiya û wiha axivî: “ Xwarinên ku em didin bi giştî yên ku jinan bi keda destê xwe gîhandine ser sofrayan. Jin bi kedek mezin penîr, mast rêçal û xwarinên heremî dihilberîn. Em serê sibê taştê didin. Taştê bi giştî em bi destê xwe amade dikin. Ji bilî wî em xwarinê heremî jî didin. Em gelek cureyên xwarinên heremî çêdikin. Em ê hîn vê berfirehtir bikin. Em dixwazin tahmên ku bi winda bûne re rû bi rû mane bi rêya vê kooparearîfê biparêzin û bi her kesî bidin tamandin.”
‘Ji bo jinan alternatîfan zêde dikin’
Beyîk, bilev kir ku wan xwestiye xwarin bi destê jinan pêşkeş bikin û wiha lê zêde kir: “Em niha li gelek xwaringehan dinêrin yên ku xwarinê çêdikin bi piranî mêr in. Ji ber ku bêtir alternatîfê mêra hene. Me xwest em alternatîfê jinan jî baştir bikin. Ji ber ku jin tiştên ku di mala xwe de çêdikin, hîn xweştir çêdikin, vê hunera xwe pêşkêşî gel bikin. Jinan çand û hunera çêkirina xwarinê ji dê û dapîrên xwe hîn bûne. Jinan pêjandina xwarinê ji dê û dapîrên xwe bi hunerên taybet hîn bûne. Ji ber wê em dixwazin ji bo ev xwarin ji nêyê jibîrkirin bi hunerên taybet werin pêjandin. Jin bi tahma destê dayikên xwe wê xwarinê dipêjin.”
Armanc nîşandina keda jinan e
Beyîk da zanîn ku kooperatîf ji bo jinên hilberînê dikin û bidin nîşandan hatiye avakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelek jin serî li kooperatifê didin. Em aramac dikin vana zêdetir bikin. Hinek kes di malê xwe de pir tiştan çêbikin jî nikarin bazara wê bikin. Em ji bo kesên wisa karibin bazara xwe bikin re qadê vedikin. Armanca me ne tenê xwarinê bidin. Em ê peşiya jinan bi vê kooperatîfê vekin. Jinên ku derfeta wan a derketina derve tune, lê di mala xwe de pir tiştan çêdikin, bi ser navê kooperatîfê em xwe bigîjînin wan. Em ê keda wan bidin nîşandan, biparêzin û ji aliyê abarî ve piştgiriyê bidin wan. Em berhemên xwarinê ji baxçeyê Hewselê ku di cihanê de navdare dikirin. Heta ji destê me bê em ê keda destê jinan derdixin pêş. Em berhemên fabrîkasyonê qet bi kar naynin. Em çawa bikin jî, ji sedî sed xwarina me nabe xwezayî. Lê em hewl didin ku zahftir xwezayî be. Jin pir bi hêz in. Banga min li jinan bila jin li hêza xwe xwedî derkevin. Bila ji xwe bawer bin û nebêjin en nikarin ji bin derkevin. Bila nekevin xema ‘ez gavekê bavêjim wê çewa bibe’. Bila kes nebêja ‘Ez nikarim filan karî bêvan karî bikim.’ û ji hêza xwe bawer bikin.”