Hevya Sor a Kurd duh ragihandibû ku dê konvoya duyemîn a alîkariyên mirovî ber bi herêma perava Sûriyeyê ve bi rê bike.
Konvoya duyemîn a alîkariyan ku ji nêzî 14 hezar paketên xurekê, alavên tenduristiyê û ard pêk tê, vê sibehê ji Qamişloyê ber bi peravê ve bi rê ket.
Konvoya yekemîn ku ji 10 hezar paketên xurekê pêk dihat, 17ê Adarê ber bi perava Sûriyeyê bi rê ketibû û li mexdûrên êrîş û komkujiyên li peravê hatibûn belavkirin.