25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Konseya Ewropayê biryara xwe da û dem da Tirkiyeyê

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di biryara xwe ya têkildarî 'Mafê Hêviyê' de ku 17ê Îlonê qebûl kir, bang li Tirkiyeyê kir ku 'gavên pêwîst bi lez biavêje' û heta Hezîrana 2026an agahiyan bide

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE), biryara xwe ya navberê ya têkildarî dosyaya “Koma Gurban” ku “Mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan jî digire nav xwe, da. Komîteyê, di biryara xwe ya piştî Civîna Mafên Mirovan a di navbera 15-17’ê Îlonê de diyar kir ku ji bo biryarên di dosyaya “Koma Gurban” de bilez bên cîbicîkirin, di çarçoveya plana çalakiyê ya nû de ku derfeta mekanîzmaya lêkolînkirina cezayên hefsê yên muebeta girankirî dide, hewceye guhertinên yasayî bên kirin. Komîteyê destnîşan kir ku divê Tirkiye tenê bi vê bisînor nemîne û Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê hatiye avakirin jî ji bo cîbicîkirina van sererastkirinên yasayî bi kar bîne. Di biryarê de her wiha pêşniyar hate kirin ku pêşniyarqanûnên beriya niha di vê mijarê de pêşkeşî parlamentoyê hatine kirin jî bên qebûlkirin.

Komîteyê, di biryara xwe de destnîşan kir ku hewceye mekanîzmayên hiqûqa navneteweyî yên derfetê didin ku piştî 25 salan cezayê muebeta girankirî bên lêkolînkirin jî, hebin. Bi domdarî di biryara komîteyê de hate diyarkirin ku Tirkiyeyê tevdîrên pêwîst û tevdîrên yasayî yên di asta tên xwestin de negirtiye û ev jî cihê xemgîniyê ye. Komîteyê, bang li rayedaran kir ku bêyî ku bêhtir vehêlin, tavilê tevdîrên pêwîst bigirin.

Biryarên komîteyê ev in:

“*Ji bo biryarên di koma heyî de tavilê bên cîbicîkirin rayedar hatine teşwîqkirin. Ji bo di çarçoveya Plana Çalakiya Mafên Mirovan a nû de ku mekanîzmaya lêkolînkirina cezayê muebbedê dide, sererastkirinên yasayî bên kirin lê tenê bi vê bisînor nemîne û ji bo nirxandina lêkolînkirina alternatîfên cur bi cur ên di destê wan de rayedar hatine teşwîqirin.  Bikaranîna hewldana ‘Tirkiyeya bêteror’ û ‘Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê’ ku li parlamentoyê xwedî rayeya pêşniyarkirina guhertina yasayan e bên bikaranîn, an jî ji bo pêşniyarqanûnên di dema berê de di vê mijarê de ji hêla endamên parlamentoyê ve hatine pêşkeşkirin ji hêla parlamentoyê ve bên qebûlkirin, rayedar hatine teşwîqkirin.

* Dewletên din ên endam mekanîzmayên lêkolînê yên bi vî rengî xistine meriyetê û ji bo ji vê sûd were girtin, rayedar careke din hatine teşwîqkirin.

* Ji bo di doza koma behsa xeberê de pêşketineke bilez çêbibe çi tevdîr hatine girtin, di vê mijarê de bang li rayedaran hatiye kirin ku herî dereng heta dawiya meha Hezîrana 2026’an agahiyan bide komîteyê.”