Li gorî medyaya amerîkî, di êrişên DYAê ku sehera roja şemiyê ya 3ê çile ya 2026ê de li dij paytexta Venezuela Caracasê pêk hat herî kêm 40 sivîl û leşker hatine kuştin. Li ser daxwaza hikumeta Venezueleyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dê îro civîneke awarte li dar bixe.
Wezîrê Karên Derve yê Venezueleyê Iván Gil daxuyaniyek li ser Telegramê weşand û daxuyand ku wan daxwaza civînek ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kiriye. Gil diyar kir ku Konseya Ewlekariyê berpirsê mîsogerkirina rêzgirtina li hemberî qanûna navneteweyî ye.
Rojnameya New York Times ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî Venezuelayî dide zanîn ku di encama êrişên DYAê de bi dehan kes hatine kuştin. Tora NBC News jî destnîşan kir ku artêşa Venezuelayê li helîkoptereke amerîkî ya ku êrişî dikir xist. Di encamê de hin leşkerên amerîkî birîndar bûne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump duh li Venezuelayê operasyoneke berfireh pêk anîbû û derbarê operasyonê de agihiyên yek alî dabûn. Operasyon bi girtina serokê Venezuelayê Maduro û hevjîna wî bi dawî bû. Hate îdiakirin ku dê Maduro û hevjîna wî ji bo darizandina bi tohmetên têkildarî “narko-terorîzmê” veguhestine DYAyê.
