Konseya Mafê mirovan a Neteweyên Yekbûyî ji bo nîqaşa rewşa tundiya hêzên ewlekariya rejîma Îranê û binpêkirina mafê mirovan civînek lidar xist. Civîn li ser daxwaza Almanyayê û bi piştgiriya gelek welatên din hate lidarxistin û tê de pêşinyara erkdarkirina tîmeke taybet ji bo şopandina rewşa mafê mirovan li Îran û rojhilatê Kurdistanê hate erêkirin.
Di vê civînê de bang li rayedarên Îranê hate kirin ku daxwazên gel ên wekheviyê binirxîne û dest ji rêbazên tundiyê berde.
Ji aliyekî din ve di civînê de hate gotin ku li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji zêdeyî 400 kesî re cezayê darvekirinê tê xwestin û ji wan 85 girtî li hêviya darvekirinê.
Beriya niha konseyê bang li hikûmeta Îranê kiribû ku zextên li dijî xwepêşanderan rawestîne, lê Tehranê di konseya taybet a Mafên Mirovan de der barê rewşa xirab a mafên mirovan de, nerazbûn nîşan dabû û ew daxwaz wekî mebesta siyasî bi nav kiribû.
Wezîrê Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock di civînê de axivî û der barê rewşê de wiha got: “Neteweyên Yekbûyî ji bo parastina serweriya her dewletekê hate damezrandin, lê ne ji bo rejîmeke ku vê hêzê ji bo binpêkirina mafên gelê xwe bi kar bîne”.
Di berdewama axaftina xwe de Baerbock wiha got: “Gelek caran me bang li Îranê kir ku rêzê li van mafan bigire û dest ji tundiya li dijî xwepêşandêran berde, dest ji kuştin, girtin û cezayê darvekirinê berde lê Îranê guh neda van bangên me û berevajî wê yekê tundî zêdetir bû.”
Di dawiya civînê de, pêşnûmeya biryarê ji bo erkdarkirina tîmeke lêkolînê ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafan pêşkêşî konseyê hat kirin. Ew pêşnûmeya ku ji alî Almanya û Îzlandayê ve hatibû pêşinyarkirin di civînê de 25 welatên din jî piştgirî dan vê pêşnûmeyê.