12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konserên 4 hunermendên kurd betal kirin

Di hefteyekî de konserê 4 hunermendan betal kirin. Piştî konserên Rojda, Azad Bedran û Diljen Ronî betal kirin vê carê konsera hunermend Xecê jî betal kirin.

Di 8’ê mijdarê de bêyî hincet nîşan bidin konsera hunermend Rojda Şenses a ku li Kuçukçekmeceya Stenbolê pêk anîbûya betal kirin. Piştre konsera hunermend Diljen Ronî ya ku dê di 6’ê kanûnê de li Navenda Çandê ya Bajar a Cemil Candaş a Şîşliya Stenbolê pêk bîne bi hinceta xebatên restorasyonê heye betal kirin. Konsera hunermend Azad Bedran a ku dê di 15’ê sibatê de li salona Şaredariya Muratpaşa pêk bîne bi hinceta civînek din heye betal kirin.

Niha jî konsera hunermend Xecê ku dê di 16’ê mijdarê de li Erziromê û di 20’ê mijdarê de li Agiriyê û di 21’ê mijdarê de li Mûşê pêk bîne ji aliyê xwediyê salonan ve hatin betalkirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê