12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kongreya Malbata Barzanî

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di 3’yê mijdarê de “kongreya” xwe ya 14’emîn pêk anî. Beriya ez dest bi nivîsa xwe bikim divê bê zanîn ku ev ji kongreya partiyek siyasî wêdetir mîna civîneke malbatî bû. Lewma kes ne li bendê ye ku di civînên bi vî rengî de biryarên civakê ji nêz ve eleqedar dikin bên girtin. Ji aliyê din ve ev kongre bû kongreya şerê desthilatdariya malbata Barzanî. Ligel hesabên navxweyî rêveberiya PDK’ê taybet jî malbata Barzanî bi vê kongreyê hewl da ku îtîbara ku di van salên dawî de winda kirine kêm be jî sererast bike.

PDK’a ku partiya malbata Barzanî ye ji 16’ê tebaxa 1946’an ve ji derveyî çend kesan hemû rêveberên wê ji heman eşîrê ne. Destpêkê bav Mele Mustafa Barzanî piştre kurê wî Mesûd Berzanî li ser postê desthilatdariya vê partiyê rûniştin. Di dîroka 76 salî de ji ber desthilatdariya di nava partiyê de di nava malbata Barzanî de rageşiyek mezin heye. Ev rageşî û gef hin caran gihaştin asta kuştinan jî.

Kesên PDK’ê ji nêz ve nas dikin, dizanin ku ev partiya malbatî her çendî navê xwe ji “demokrasiyê” girtibe jî ji demokrasiyê wêdetir wek partiyek totalîter e. Hemû partî ji aliyê çend ferdên malbata Barzanî ve tê birêvebirin û ev kes hemû erk û berpirsyariyê di destê xwe de digirin. Ji derveyî van kesan di nava partiyê de kes ne xwedî gotin e. Ev partiya malbatî ku ji salên 1990’î ve li başûrê Kurdistanê li ser postê desthilatdariyê ye, ji berjewendiyên neteweyî zêdetir li gor berjewendiyên malbatî siyasetê dide meşandin. Ji ber van nêzîkatiyên teng ên PDK’ê em dikarin bibêjin ku ew ji partiyê zêdetir dişibe şîrketek malbatî.

Yek ji sedemên li darxistina kongreyê, li gorî yasayên Iraqê ger PDK di nava vê salê de kongreya xwe li dar nexista wê êdî nikaribûna beşdarî hilbijartinê bûna. Ji gelek aliyên cûda ve tê îdîakirin ku ji ber vê yasayê hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê ku diviyabû di meha cotmehê de pêk bihatana li ser pêşniyara PDK’ê salek hatiye paşxistin. Yanî dîsa PDK’ê li gor berjewendiyên xwe reng dide siyaseta herêmê.

Partiya xanedaniya malbata Barzanî tevî nakokiyên navxweyî jî piştî 12 salan kongreya xwe ya şiklî pêk anî. Lê ji bo malbata Barzanî bi taybet jî Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî her tişt bi kongreyê dawî nabe. Di navbera herdu aliyan de şerê desthilatdariyê dewam dike. Nakokiyên di navbera herduyan de yek mijara sereke ya kongreyê jî bû. Wisa diyare ku di kongreya 12’emîn de aliyê Mesrûr bi plankirî tevgeriyaye. Ji ber vê yekê piraniya delegeyên ku beşdarî kongreyê bûbûn alîgirê Mesrûr Barzanî bûn. Diyare ku ev bi agahiya Mesûd Barzanî çêbûye. Lewma di kongreyê de Mesûd Barzanî ji bo destê kurê xwe Mesrûr li dijî Nêçîrvan xurt bike pêngavek kiriye. Tevî ku di rêziknameya partiyê de yek cîgirê Serokê PDK’ê heye jî bêyî ku rêziknameyê biguherînin hejmara cîgiran derxistin duduyan. Mesûd Barzanî ligel biraziyê xwe Nêçîrvan kurê xwe Mesrûr jî kir cîgirê serokê partiyê. Ev tê wateya ku piştî Mesûd Barzanî wê şerê li ser postê desthilatdariyê kûrtir bibe. Diyare ku herdu pismam ji bo desthilatdariyê wê serê hev biêşînin û ligel vê wê gelê kurd bi xwe re mijûl bikin.

Bêguman kongre di bin siya van rageşan de dest pê kir û bi dawî bû. Lê di axaftina dawî ya kongreyê de Serokê PDK’ê qaşo rêveberiya partiyê da pişt xwe û axaftinek balkêş kir. Her kesê ku li axaftina Mesûd Barzanî guhdar bike wê bibîne ku PDK partiyek çendî dûrî demokrasiyê û wekheviyê ye. Ev partiya zilaman bi hilbijartina sembolîk a çend jinan pesnê xwe da. Ligel vê nehilbijartina nûnerên êzîdiyan bi çepikan hate pêşwazîkirin. Di rastiyê de jixwe pêwîstiya êzîdiyên ku rastî îxaneta PDK’ê hatine bi hilbijartin û erkdarkirina vê partiya malbatî nîne. Ne êzîdî tenê li parçeyên din ên Kurdistanê jî di vê partiya qaşo xwe kurdistanî dibîne kes nîne. Ev jî rastiya siyaseta PDK’ê ya teng û malbatî bi awayekî aşkera radixe ber çavan.

Di encamê de malbata Barzanî hewl da bi vê kongreyê peyama “vaye em rêxistinbûyina xwe xurt dikin” bidin lê di bingehê de ne wisa ye. Divê bê zanîn di nava PDK’ê de aciziyên pir mezin hene. Ev acizî li nava malbata Barzanî tenê belav nebûye, li nava partiyê belav bûye. Diyare ku kongre ji van aciziyan re nebûye bersiv. Lê ev ji bo PDK’ê nexem e. Ji ber ku ew bi darê zorê çavê herkesî ditirsîne û li gorî xwe bi rê ve diçe. Kî çi difikirê ji bo wan ne derd e. Derdê wan ew bi xwe ne.