Kongra Star bi boneya 19’emîn salvegera damezirandina Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) çalakiyek li dar xist. Di wê çalakiyê de 100 şitilên gulan li Parka Rêber Abdullah Ocalan a li taxa El Nasir a Hesekê çand. Endamên rêxistinên jinan, saziyên sivîl û partî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de endama Kongra Star Nejbîr Ehmed axivî û salveger li jinên Rojava û Kurdistanê pîroz kir û got: “Erka KJK`ê; rizgarkirina jinan ji koletiyê û bidawîkirina zilma li ser wê, avakirina rêveberiyekê li ser bingeha fikrê demokratîk e ku wekheviyê di navbera her du zayendan de ji xwe re kiriye esas.”
Dûre dest bi çandina şitilên gulan di nava parkê de hate kirin.