Jinên kurd di 15ê çileya 2005an de li Sûriyeyê ji bo karibin mafên jinan li dijî Rejîma Baasê biparêzin Yekitiya Star avakirin. Yekitiya Star ya ku pişt re di sala 2016an de navê xwe kir Kongreya Star ji roja ku hatiye avakirin heta niha gelek caran rastê kuştin, gef û tundiya desthilatdariya Sûriyeyê hatiye. Lê jinên ku xwe di bin vî navê de birêxistin kirine kar û xebatên xwe di her şert û mercê de bê navber domandine.
Kongreya Star ya ku xebatên xwe bênavber didomîne ji bo salvegera xwe ya 20emîn daxuyaniyek da.
Daxuyaniya Kongra Star wiha ye: ““Di sala 2024an de, herêm û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî êrîşên pir mezin, berxwedanek bêhempa ya dîrokî nîşan dan. Bêguman di encama van êrîşan de berdêlên mezin hatin dayîn.
Di şexsê sembolên azadiya jinan hevrê Sakina Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Sêvê, Pakîze, Fatma û şehîdên berxwedana bendava Tişrînê Sozdar Cîhad, Cîhan Bîlgîn Kerem El Hemed, Qemer, Tolvîn Şahîn, Ebîr Elhuseyen, Ronahî, Mizgîn, di şexsê leheng û sembolên berxwedana cewherî ya jinan şehîd Zeyneb Saroxan, Rîhan Şiwêş, Yusra Derwîş, Gulê Selmo, Diya Hogir, Zehra Berkel de em bi minet hevrêyên xwe bi bîr tînin û soza pêkanîna rêya wan dubare dikin.
Kongra Star 20 salên têkoşîn, berxwedan, qehremanî, fedakarî li hember tevahî hişmendiyên netewperest, olperest, zayendperest û dagirkeriyê di sedsala 21an de, bi feraseta hebûn û şerê gel ê şoreşgerî xweparastin esas girt û meşand.
Di salên demdirêj de ji bo gihandina tevahî jinan bi erk û misyoneke mezin girt ser milê xwe ta ku pêşengiyê ji bo tevahî jinan bike, berhemên vê tekoşînê bi çirûska Şoreşa 19ê Tîrmehê ku Kongra Star bi pêşengiya jinên kurd xwe gihandin tevahî jinan û bi jinên ereb, suryan, çerkes, ermen, êzidî û ji bo tevahî jinan bû cihê hêvî û çareseriyê. Kongra Star ji bo tevahî jinan bû hêviyêke mezin ku her netewe û pêkhate rêxistinên xwe ava bikin, destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin.
Rêxistina Kongara Star ji bo hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû heviya konfederalîzma demokratîk a jinan. Di vê dema dîrokî de werin em bi hev re destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin. Bi hevgirtina jinan Sûriyeyeke demokratîk, pirreng, bi hebûn û îradeya jinan di destûra nû de ava bikin.
Ji bo vê yekê em dibêjin na ji sîstema olperestiyê re, JIN JIYAN AZADÎ.
Avakirina Sûriyeya nenavendî, azad, wekhev û demokratîk planên me yên bîngehînin.
Em bang li xweşkên xwe yên sûrî dikin ji bo em vê armancê em bi dest bixin, bibin yek û modeleke wisa pêşkêş bikin ku nifşên bê di siberojeke azad de bijîn.”