24 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

KONGRA-GEL malbata  Bayik re sersaxî xwest

KONGRA-GEL ji ber wefata Rehan Bayik sersaxî xwest û got, "Em hêvî dikin ku teziya dayika Rehan, di vê pêvajoya dîrokî de bibe wesîleya hevgirtina gelê me. Bibe wesîleya xwedîderketina li pêvajoya aştî û civaka demokratîk."

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL ji ber wefata diyika Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik, Rehan Bayik peyama sersaxiyê da. Peyama KONGRA-GEL bi vî rengî ye: “Em bi xemgînî agahdar bûn ku dayika Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Birêz Cemîl Bayik, dayika me ya hêja Rehan Bayik çûye li ser dilovaniya xwe. Em di serî de ji hevalê Cemîl Bayik û hemû malbatê re sersaxiyê dixwazin. Êşa malbatê parve dikin. Ji bo dayika Rehan, rehmeta Xwedê dixwazin. Em hêvî dikin ku teziya dayika Rehan, di vê pêvajoya dîrokî de bibe wesîleya hevgirtina gelê me. Bibe wesîleya xwedîderketina li pêvajoya aştî û civaka demokratîk. Li ser vî esasî em car din ji malbata Bayik re sersaxî dixwazin, silav û rêzên xwe pêşkêş dikin.”