14 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

KONGRA-GEL ‘Cejna Vejînê’ pîroz kir

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi wesîleya salvegera 41ê ya Pêngava 15ê Tebaxa 1984an daxuyaniyek da û 'Cejna Vejînê' pîroz kir

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi wesîleya salvegera 41ê ya Pêngava 15ê Tebaxa 1984an daxuyaniyek da. Di daxuyaniya Hevserokatiya KONGRA-GEL de hate gotin ku ew salvegera 41emîn a Cejna Vejînê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li malbatên şehîdan, li gelê welatparêz, li dost û hevrêyên xwe pîroz dikin. KONGRA-GEL di şexsê Fermandar Egîd hemû şehîdên Kurdistanê û pêşengên Pêngava 15ê Tebaxê bi bîr anî.

KONGRA-GEL di daxuyaniya xwe de wiha got: “Pêngava 15ê Tebaxê ew pêngav e, ku gelekî bi siyaseta înkar, îmha û asîmîlasyonê, bi polîtîkayên qirkirinê li ber tinebûnê bû, li ser bingeha azadiyê jinûve li jiyanê vegerand. Ji ber vê yekê ji aliyê Tevgera Azadiyê û gelê me ve weke Cejna Vejînê tê pîrozkirin. Ruhê berxwedana Apoyî yê Mazlûm Dogan, Çaran (Ferhat Kûrtay, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik, Necmî Oner) û çalakgerên rojiya mirinê (Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek) li zindana Amedê li dijî rejîma faşîst a 12ê Îlonê ya ku dixwest îradeya Têkoşîna Azadiyê bişikîne dan destpêkirin, ji aliyê gerîla ve bi Pêngava 15ê Tebaxê re li çiyayên Kurdistanê hate belavkirin. Bi ruhê berxwedanê yê Apoyî re agirê azadiyê gihîşt çiyê, pêl bi pêl li çiya, bajar û bajarokên Kurdistanê belav bû.”

KONGRA-GEL bal kişand ser girîngiya Pêngava 15ê Tebaxê û wiha got: “Pêngava 15ê Tebaxê ku li her qadên Kurdistanê belav bû, ne tenê pêngaveke leşkerî ye. Di heman demê de li qada civakî û neteweyî hişmendiyeke demokratîk û şoreşgerî afirand. Li gel vê yekê ji aliyê çand, huner û wêjeyê ve jî rê li ber pêşketinên mezin vekir. Têkoşîna azadiyê ya jinê û artêşbûna jinê ku bi Pêngava 15ê Tebaxê de bi pêş ve çû, di afirandina şoreşa ji mejiyê civaka demokratîk de bi roleke stratejîk rabû. Lewma Pêngava 15ê Tebaxê ku nîşaneya têkoşîna hebûnê ya gelê me ye, li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û li qada navneteweyî bingeha destketiyên me hemûyan e. Asta heyî asta misogerkirina qanûnî ya habûna civakî ya demokratîk a gelê me ye. Ji ber vê yekê di çarçoveya Manîfestoya ku Rêber Apo pêşkêş kir de divê em karên avakirina civaka demokratîk li her qadê bi xurtî bimeşînin.”

KONGRA-GEL, di daxuyaniya xwe de Koçero Urfa û fermandarê pêşeng ê Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî û Bahtiyar Gabar jî bi bîr anî û wiha got: “Ji ber şehadeta fermandarê Akademiyên Apollo Koçero Urfa û fermandarê pêşeng ê Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî û hevalê Bahtiyar Gabar ên bi wesîleya salvegerê şehadeta wan hate ragihandin, em ji malbatên wan ên hêja, gelê me û hevrêyên xwe hemûyan re sersaxiyê dixwazin. Em soza dilsoziya bi bîranîna wan û pêkanîna armancên wan didin.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de jî KONGRA-GEL wiha got: “Cejna Vejînê 15ê Tebaxê ku hebûna azad a gelê me afirand û kir ku em bigihêjin vê astê, careke din bi coş pîroz dikin û di sala nû ya têkoşînê de serketinê dixwazin.”