Dê li Parka Azadî ya li bajarê Qamişloyê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, Kurdistanê dest pê bike. Ji Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê û deverên din ên Sûriyeyê zêdetirî 400 kes dê beşdarî konferansê bibin.
Li gorî komîteya amadekar a konferansê, nûnerên tevahî partiyên kurdî, rêxistinên jin û ciwanan, kesayetên rewşenbîrî û civakî, hunermend, rûspiyên eşîrên Rojava, kesaytên kurd ên ji Şam, Heleb, Hema, Bab û Ezazê dê beşdar bibin. Ji bakurê Kurdistanê şandeyek ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (BDP), nûnerên partî û rêxistinên ji başûrê Kurdistanê jî dê tev li konferansê bibin. Herwiha peyamên partiyên ji derveyî welat jî dê werin xwendin.
Konferans dê saet 10.00an de bi axaftina destpêkê û hilbijartina dîwana konferansê dest pê bike. Piştre dê Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî biaxive. Herwiha dê axaftin ji aliyê mêvanan jî bê kirin û peyamên ji bo konferansê werin xwendin.
Piştî axaftin û nîqaşan, dê konferans ji ragihandinê re girtî dewam bike. Reşnivîsa wesîqeya yekrêziya kurdî ya ku berê hatibû pêşniyarkirin dê were gotûbêjkirin û şeklê dawî were diyarkirin.
Konferans dê bi encamnameyekê bi dawî bibe.
Li gorî komîteya amadekar, zêdetirî 60 saziyên ragihandinê û nêzî 200 rojnameger ji bo şopandina konferansê hatine vexwendin.