Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd a bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Amedê dest pê kir. Aktîvîstên TJA’yê û gelek parlamenterên jin ên Kurd ên ji Kurdistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê beşdarî konferansa du rojan a li Çand Amedê tê lidarxistin dibin.
Salona konferansê bi pankart û alên kurdî, tirkî, zazakî û erebî hat xemilandin. Di salonê de pankarta “Jin, siyaseta demokratîk dimeşînin civaka azad ava dikin” û dowîzên “Jin, jiyan, azadî”, “Cîniya azad komeleya azad dike”, “Jin azad dipe, civak azad dipe” hatin daliqadnin.
Gelek jin bi kincên xwe yên neteweyî beşdarî konferansê bûn û bal kişandin ser nasnameya xwe ya çandî. Konferans dê du rojan bidome.