30 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Konferansa Jinên Kurd dê sibê bidome

Aktîvîsta TJAyê Çaglar Demîrel di Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd axivî û got: “Felsefeya ‘jin jiyan azadî’ ya Birêz Ocalan ne tenê dirûşme ye, mifteya çareseriyê ye. Em ‘Jin jiyan azadî’ li her derê bînin ziman.”

Bi pêşengya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd tê lidarxistin û bi rûniştina sêyemîn berdewam kir. Moderatoriya runiştinê parlamentera DEM Partî ya Mûşê Sumeyye Boz kir.

Çaglar Demîrel axivî û da zanîn ku nasnameya wan ya ewil jin ya duyemîn jî Kurd e û got ewl li dijî tundiya dewletê têdikoşin. Çaglar Demîrel wiha got: “Bi salan e em wek TJAyê di mekanîzmayên biryarê de cih girin. Em paradîgma demokratîkbûnê ji Birêz Ocalan dikirin. Em bi felsefeya ‘jin azad nebe civak azad nabe’ têdikoşînê dimeşînin. Em li dijî her cureyê êrîşên li hember jinan têdikoşin. Jin pêşengiya civakê dikin. Felsefeya ‘jin jiyan azadî’ ya Birêz Ocalan ne tenê dirûşmeye, mifteya çareseriyê ye. Em ‘Jin jiyan azadî’ li her derê bînin ziman.”

Parlamenter Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Nesrîn Muhammed Salih jî axivî û balkişand ser pêvajoyê û got ew aştiyê dixwazin û divê jin bibin pêşengên aştiyê.

Piştre Necî Latîf axivî û got hêviya wan ev e ku pêvajoya li Tirkiyeyê tê meşandin bigihêje serkeftinê û wiha got: “Li her çar alî Kurdistanê jin di qada siyasetê de ji bo mafên xwe têdikoşin. Me ji boz iman, mafên xwe têkoşîn meşand. Rejîma Baasê zext û îşkenceyên mezin kir. Me jinan ji rejîmê veşartî xebat dimeşand.”

Konferans bi beşa pirs û bersivan bidawî bû. Konferans wê sibê bi atolyeyan bidome.