Yek ji pêşengên pêngava kûreyî ya ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, Konfederasyona Yekîtiya Sendîkayan a Galîçya (CÎG) bal kişand ser tecrîda mutlaq a li ser Ocalan û bang li saziyên navneteweyî kir ku bi berpirsyarî tevbigerin.
CÎG a ku li herêma Galîçyayê kar û xebat dimeşîne, têkildarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ daxuyanî da. Endamên sendîkayê afîşên ku daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikin, hildan. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Îmraliyê sîstema êşkencekar tê pêkanîn.
CÎG’ê ragihand ku pirsgirêka Kurd a ku li Tirkiyeyê çareser nabe, li herêmê bêistikrariya siyasî û şer diafirîne û got: “Ev yek rê li ber binpêkirina mafê sivîl û siyasî vedike, dibe sedem ku bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin, dibe sedemê dagirkerî, nîjadperestî, zexta li ser jinan, mêtingeriya ekonomîk û hilweşîna jîngehê.”
Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku şert û mercên ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têde tê ragirtin, peymanên li dijî êşkenceyê binpê dike û ev bang hate kirin: “Em bang li Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Ceza yan jî muameleya Biçûkxistinê û Dermirovî û Êşkenceyê ya Ewropayê, Komîseriya Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê, Komîteya Wezîran, Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê û saziyên peywendîdar dikin ku ji bo astengkirina muameleya xirab û êşkenceyê tedbîrên pêwîst bigirin. Her wiha destûr bê dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike û derfet bê dayîn ku ji bo pirsgirêka Kurd bi rengekî adil û demokratîk çareser bibe, bi rola xwe rabe.”
Piştî daxuyaniyê, endam û rêveberên konfederasyonê dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” berz kirin.