Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) bi rojeva pirsgirêkên ku elewî pê re rûbirû dimînin û rola elewiyan a di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de çi ye li oteleke li Amedê Komxebata Elewiyan li dardixe. Ji bajarên herêmê yên wekî Meletî, Semsûr, Sêwas, Erzîngan, Dêrsim, Gurgum, Xarpêt û Çewlikê nûrên elewiyan, pîr û dayik amade ne. Eywana ku komxebat lê tê lidarxistin bi pankartên “Ma bi baweriya xo xo rêxistinê kenê sozê awankerdişê komelê demokratîkî danê” , “Jin Jiyan Azadî” “ Şaristanê ma yê Rizayî de cayê 72 metewan esto” hatine xemilandin. Komxebata ku duh dest pê kir dê di satên pêş bi ragihandina encamnameyê bi dawî bibe.