Aktivîsta TJAyê Xecê Oncu derbarê deklerasyona TJAyê ya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî got: “Em ê 25ê mijdarê ne tenê wek helwesteke li dijî tundiyê, em ê bi ruh û bandora şoreşa me ya Jin Jiyan Azadî û jiyana komunal pêşwazî bikin.”
Tevgera Jinên Azad (TJA), 3yê mijdarê, ji bo 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî bi dirûşma ‘Bi Civaka Demokratîk Ber bi Jiyana Azad a Bê Tundî ve’ deklerasyon da.
Em derbarê deklerasyona ku hat dayîn û plansaziya TJAyê bi aktivîsta TJAyê Xecê Oncu re axivîn.
Xecê Oncu di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna ku Xwişkên Mîrabell dane û heta îro tê meşandin û ev tişt anî ziman: “Tundiya li ser jinan îdeolojîk e. Bi rastî jî bi hezaran sal in dîroka jinan û hebûna jinan, çand û baweriya jinan tune tê hesibandin. Her sal li seranserê cîhanê herî kêm 80 hezar jin bi tundiya meran re rûbirû dimînin û tên kuştin. Pergala modernîteya kapîtalîst ji bo ku xwe li ser lingan bihêle li hember jinan şerekî vekirî dide meşandin. Bi her awayî û di her kêliya jiyanê de dixwaze jinan ji jiyanê qut bike. Ji bo vê yekê jî li dijî jinan şerê derûnî, aborî, çandî, siyasî û civakî dide meşandin. Zagonên ku dewletên mêrane dane çêkirin mînaka herî şênber e. Her çiqas zagonên ku vêga hene îdia bikin ku mafên jinan diparêzin jî, lê li pratîkê ne wiha ye. Zagon mêrên kujer diparêze û wan bi polîtîkayên bêcezakirinê serbest berdide. Me di deklerasyona xwe de behsa pêşnûmeya pakêta 11emîn a darazê ya ji bo pêşkêşkirina meclisê hat kirin jî bi berfireh kir. Pêşniyarên rêziknameyên giran ên cudakar dihewîne. Em dikarin bibêjin ku ev pêşniyar mafê jiyana azad a takekesî tehtîd dikin. Bi vî awayî pirensîbên wekhevî û parastinê yên di metnên zagonan de cih digirin li pişt serweriya hişmendiya mêran dimînin.”
‘Li dijî tundiyê komun xweparastina herî bingehîn ne’
Xecê Oncu li ser jinên ku ji aliyên unîformayên dewletê ve hatin kuştin, zarokên ku bûne qurbana polîtîkayên şerê taybet ên dewletê û wek altarnatîf jî xweparastina bingehîn komun dest nîşan kir û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Wek ku hemû cîhan jî dizane em hê jî aqûbeta Gulistan Doku dipirsin, em hê jî diqirîn ka çi bi Rojbîn Kabaîşê bû, em dîsa jî dibêjin em kuştina Narîn Guranê qebûl nakin ku di tariyê de bê hiştin. Ji ber ku Narîn bûye sembola vê pergalê. Lewra di vê pergalê de mafê zarokan jî bi awayekî pergalî tê binpêkirin. Tundî, kuştin, tacîz, tecawiz, bê perwerdehî hiştin, xizanî û tundiya derûnî hwd. Polîtîkayên bêcezakirinê bûne yek. Em wek Tevgera Jinên Azad dîsa dibêjin, aştî ne tenê bêdengbûna çekan e, lê wek bidawîbûna hemû cureyên tundiyê dibînin û pênase dikin. Aştî tê wateya jiyaneke wiha ku jin lê neyên kuştin û nasnameya wan neyên înkarkirin û bedenên wan nebin qada şer. Ji ber van sedemên ku me dane diyarkirin, em ê têkoşîna xwe ya ji bo aştî û civaka demokratîk a komunal mezin bikin. Di vê xetê de wek xweparastin jî me komunal destnîşan kir. Her wiha komun xweparastina herî bingehîn e.”
Pêşengiya aştî û civaka demokratîk
Xecê Oncu di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya ”Aştî û Civaka Demokratîk” û ev tişt anî ziman: “Îro pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” dest pê kiriye. Weke TJA dibêjin aştî û civaka demokratîk dê çawa bêtundî were avakirin? Îro pêşengiya wê jin dikin. Di heman demê de mal bi mal, tax bi tax, kolan bi kolan ne tenê jin bi hemû kesan re yanî kesên îro di nav vê civakê de jiyana xwe berdewam dikin bi zarokan re jî bi mêran re jî rûndinên û em ê civakeke bêtundî çawa ava bikin wê biaxivin. Yanî tundiya li ser jinan, li ser zarokan çawa derdikeve holê em ê bi hev re tespît bikin. Em ê atolyeyên xwe li dar bixin. Wexta ku îro civakeke ku lê tundî hebe bandora xwe li hemû kesan dike. Yanî em bêjin encamên wê çi ne. Em ê vana bi hev re nîqaş bikin. Em bi hev re çareser bikin. Ji ber vê yekê weke TJA li her kolan, tax û gundan jinên ku bi tundiyê re rûbirû dimînin em ê li cihê ku lê dijîn bi hev re nîqaş bikin. Li aliyê din cihê ku mêr wextê xwe pir lê derbas dikin weke qehwexane, kafeyan hwd. em ê weke TJAyê serdana wan deran bikin û rûnin bi hev re li ser tundiyê biaxivin. Tundiya li ser jinan li ser civakê biaxivin û em dikarin aştî û civakeke demokratîk çawa bi hev re ava bikin nîqaş bikin. Li aliyê din jî em 25ê mijdarê bi hêrsa jinên hatine kuştin pêşwazî dikin. Her wiha dê meşên me çalakiyên me berdewam bikin. Em ê bi jinên ciwan re rûnin, bi jinên ciwan ên zanîngehan dixwînin re atolyeyan li dar bixin. Plansaziyên me saet bi saet roj bi roj hene ku em ê aştî û civakeke demokratîk a ku di hundirê wê de tundî tune be çawa ava bikin.”
‘Em bang li hemû jinan dikin ku ber bi azadiyê ve bimeşin’
Xecê Oncu herî dawî bang li hemû jinan kir ku bi hev re ber bi azadiyê ve bimeşin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga me ji hemû jinan re ew e ku bila werin heta cîhaneke bêtundî, bêmêtîngerî û wekhev em bi hev re ava bikin. Têkoşîna jinan di vê civakê de mezintir bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku ber bi azadiyê ve bimeşin û em gotina xwe mezin bikin ronesansa jinan li jiyanê pêk bînin. Ji bo jiyaneke bêtundî divê ji her demê zêdetir li dora nirxên demokratîk ji nû ve bibin yek. Em nirxên komunal ên civakî derxin holê bibin xwedî gotin û îradeya xwe em xwe bi rêxistin bikin, derdora xwe birêxistin bikin, hemû jinan bi rêxistin bikin. Ji ber vê yekê em 25ê mijdarê ji aliyekê ve bi hêrsa jinên ku hatine kuştin ji aliyê din jî bi hêviya avakirina aştiyê ku li erdnîgariya me serwer e em weke jinan vê 25ê mijdarê jî pêşwazî dikin.”
‘Komun xweparastina herî bingehîn e’