10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Komployek û rastiyên ku nayên ronîkirin

Di 9ê çileya 2013an de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê hatin kuştin. Piştî ewqas salan jî kujerên wan tên parastin û mijar nayê ronîkirin.

Di 3yê çileya 2013yan de dema ku hevdîtinên fermî yên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd di navbera heyeta Dewleta Tirk û Heyeta Îmraliyê ya ji wekîlên BDPê de didomin, yek ji pêşenga tevgera siyasî ya kurd û ji damezrînerên PKKê Sakîne Cansiz (Sara) û rêxistina jinan Fîdan Dogan (Nûnera Kongreya Netewî ya Kurdistanê ya Parîsê) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9ê çile de li paytexta Fransayê li avahiya nûnertiye Kongreya Neteweya Kurdistanê ya Parîsê hatin kuştin. Hat hînbûn her sê jinên şoreşger ji aliyê kujerê ku ji aliyê Rêxistina Îstîxbaratê (MÎT) ve hatiye girtin ve hatine kuştin.

Derket holê ku gumanbar Omer Guney ê bi navê kod ‘Ozan’ yê rayedarê MÎTê ye. Tevî van êrîşan ji bo aştiyê pêvajoyê aştiyê hat meşandin û banga aştiyê hat kirin.
Tetikêşê komkujiyê di hevdîtinê Osloyê de ye
Li Cenevreyê civîna ewil a hevdîtinên Tirkiye û nûnerên PKKê ku wek ‘Hevîtinên Oslo’ dihat binavkirin ya bi erêkirina Enqere û Qendîlê pêk hat. Piştî vê di civîna tîrmeha 2008an de cigirê Musteşarê MÎTê Afet Guneş û du rayedarên MÎTê ligel cih digirin. Yek ji van jî tetikêşê komkujiya Parîsê Omer Guney yê bi navê kod ‘Ozan e’.
Ozan di hevdîtinên navbera tîrmeha 2008 û tîrmeha 2011an de di hemû hevdîtinên navbera PKK û Tirkiyeyê de cih girt.  Di pêvajoya 2013an ya Îmraliyê de Musteşarê Ewlehiya Cemawerî Muhammed Dervîoglu  weke nûnerê herî bi raye yê dewletê cih girt. Muhammed Dervîşoglu dema çû Osliyê, Ozan jî ligel xwe bir.
Qeydên deng yên gumanbar Omer Guney (Ozan) di 2014an de ket ser înternetê û bi vê re têkiliya wî ya MÎTê ya bi komkujiyê re deşîfre bû. Di qeyda deng de têtikêş Omer Guney digot komkujî bi kuştina du kesî plankirine û wê suîkastê li dijî gelek siyasetmedarên kurd pêk bîne.
Kovara Der Spiegel: Sîxurên tirk tev li kuştina jinên PKKî bûn
Kovara Der Spîegel di manşeta ku avêt de diyar kir ku sîxurên tirk tev li kuştina aktîvistên jin yên PKKî bûne. Doza komkujiya Parîsê bi mirina yek gumanbarekî ve ket. Gumanbar Omer Guney di 17ê kanûna 2016an de li nexweşxaneyê ji ber tumurê di mêjiyê wî de mir.
Rojnameger Laure Morachand der barê komkujiyê de pirtûka bi navê ‘kolana La Fayette, hejmar 147 sê cînayet’ baldikşîne ser berpirsyariya Fransa û Tirkiyeyê ya di neronîkirina komkujiyê. Laure Machand di beşa dawiya pirtûkê de diyar dike ku sedema neronîkirina komkujiyê têkiliya di navbera Parîs û Enqereyê de ye.
Abdullah Ocalan: Omer Guney Engîn Alan yê biçûk e
Abdullah Ocalan der barê komkujiyê de di hezîrana 2014an de wiha gotibû: “Engîn Alan plansazê efserên mirinê ye. Ew planên rojane çêdikin û van planan ji CIA re radigihînin. DYA şêst sal e Tirkiye daye wan. Hem Fetullah Xoca û hem jî Turkeş yek in; Ruzi Nazar, Enver Altayli û yên din jî wisa ne. Li ser cîhana tirkan çawa tevdigerin plan dikin. Min ev jî tenê li ser şêwazên kuştinê çareser kirin. Awayê kuştina kurdan ne karê tirkan e. Ev çalakî ji aliyê lobiyên ermenî, yewnanî û cihûyan ve tên destekkirin. Hûn vê di mirina Sakîne de dibînin. Hûn ê mirina Sakîne çawa vebêjin? Rêbaza kuştina bi vî rengî ya hovane karê wan e. Omer Guney bi rastî Engîn Alanê biçûk e, zilamê gladyoya NATOyê ye. Dema ku wan ev cînayet kirin, armanc kirin ku her tiştî ji vir biqedînin.”
Cemaat û AKP’ê bi hev re kir
Abdullah Ocalan di 1ê Cotmeha 2014an de jî wiha gotibû: “Ez van endamên şerê taybet baş nas dikim. Min berê mînaka Atilla da. Ew stratejîstên mezin in. Bi aqilî îdare dikin. Ciwanên biyanî an jî Ereb ên ji çep û rast tên DAIŞê tenê dikarin bibin leşkerên wan ên îşkenceyê, lê serokên wan cuda ne. Ez vê hikûmetê weke hikûmeteke negihîştî dibînim. Nîşaneyên min ên pirsê hene. Şerê taybet ê taybet bi AKPê re sîstematîk bû. Civakê bi AKPê re şerê taybet sîstematîze kir. Bi rêya polîs, dadwerî û artêşê xwe birêxistin kirin. Nîvê artêşa wan jî heye. Qada nû ya şerê taybet hemû walî, midûriyet û dadgehan dagirtiye. Ya rastî yekîneya MÎTê ya ku qetilkirina Sakîneyan pêk anî jî di bin kontrola wan de ye. AKP bêguneh e Na, bi hev re kirin. Heta sala 2012an bi hev re kirin. Bi derbeyê jî xwestin E. Bey û H. Bey bigirin. Dema ku destûr dan serokê karmendê, wan rûtîn diafirand. Wan civakê adetî dikirin.”
Abdullah Ocalan di 21ê Cotmeha 2014an jî ev nirxandin  kiribû: “…Min li vir jî ji MÎTê pirsî: Daîreya Şerê Taybet dikare ji we agahiyê bigire an hûn dikarin ji wan agahiyan bigirin? Van darbekaran şermezarkirina Oslo û îmhakirina Sakîneyan jî kirin. Min ji we re got ku ev Omer Guney li ku kar kiriye. Omer Guney ji BBPê ye. BBP jî partiyeke qirêj e. Dema xwestin ji vê qirêjiyê xilas bibin Muhsîn Yazıcıoğlu îmha kirin. Ev amûr bi hêz e. Tingên niştimanî jî pir xurt in. Civak bi tevahî tev li bûye.”
Di 17ê kanûnê de jî ev nirxandin hatibû kirin: “Erê, ger bi ya Cemaetê bûya, wê niha PKK biketa dûman. Baransu wê demê di Tarafê de nivîsîbû. “Eger 21 kadroyên bi bandor ên PKKê bên îmhakirin dê pirsgirêk çareser bibe. Belê Sakîne jî yek ji wan e. Yên din jî ew hewl didin ku bikin. Weke lîsteya karsazên salên 1990î, weke lîsteya Çiller, lîsteyeke bi bandor çêkirin. Berê jî planên MÎTê yên bi vî rengî hebûn. Em dikarin bibêjin serdema Teoman Koman. Piştre ev bi birêz E. Hûn jî dizanin ku Teoman Koman meaşê xwe ji CIAyê distîne û MÎT jî di bin kontrola wî de ye.”