Tehlîlkirina komploya li hember Rêber Abdullah Ocalan ji bo têgihîştina xalên lawaz û hêza tevgerên civakî ku xwedî girîngiyeke mezin e, hevaltiyek e nerast û bi kêmasî, tevgerê qels dike, tecrîdê didomîn e. Mifteya derbaskirina van qelsiyan bi rêhevaltiyek e rêkûpêk pêkan e.
Ji ber rewşa Rojhilata Navîn ku ber bi alozî û xetereyeke mezin ve diçû, dengeya cihanê li gor rêgez û pîvanên serdema guherînê ya sedsala 21’emîn xwe diguherî. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gor vê serdema nû ya cîhanê hin gavên nû avêt. Lê cihana global ji berê ve biryar stendibû ku dê di vê serdema nû de cih nedin Tevgera Azadî û gelê kurd. Ji ber vê di 9’ê Cotmeha 1998’an de Rêber Abdullah Ocalan neçar ma ji Sûriyeyê derkeve. Lê rastî komployeke navdewletî hat. Ev komplo hem li welat, hem li Tirkiyeyê û hem jî li tevahiya cihanê bû sedema navenda rêze bûyer û çalakiyan. Bi çalakiyên ‘Kes Nikare Roja Me Tarî Bike!’ derbên mayînde li dîrokê xist, lê têrî nekir û hêza van çalakiyan komplo têk nebir.
Ev dîrok ne tenê di jiyana Rêber Abdullah Ocalan de, di heman demê de di hevsengiyên siyasî yên li Rojhilata Navîn de jî bû qonaxeke girîng ya nû. Di 15’ê Sibata 1999’an de revandina Rêber Abdullah Ocalan ku ji Tirkiyeyê re bû qonaxek e krîtîk a vê pêvajoya nû rû bide. Rêber Abdullah Ocalan ev rewş weke “Operasyona NATO-Gladio”, “Destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyemîn” û “Pêngava yekem a destwerdana li Rojhilata Navîn” nirxand. Di van perspetîfên wê demê de jixwe îro rewşa Rojhilata Navîn baş tê xuyakirin ku niha têde ye û dijî. Ji derveyî vê jî bi gelemperê berê xwe da nava tevgerê û diyar kir ku “Dostê sexte û hevalên kêrnehatî bûn sebebê trajediya ku em jiyabûn!..”
Qada kûr a komployê
Pêvajoya komploya navdewletî bi geşedanên siyasî û leşkerî yên ku hebûna Rêber Abdullah Ocalan li Sûriyeyê tehdîd didît destpê kir. Tirkiyeyê bi alîkariya NATO-Gladio dest bi gef xwarinê kir û di vê çarçoveyê de dest nîşan kir ku hebûna Rêber Abdullah Ocalan a li Sûriyeyê nayê qebûlkirin. Di sala 1998’an de ji ber zextên dîplomatîk ên Tirkiyeyê yên li dijî Sûriyeyê, ultîmatom hat dayîn ku ji axa Sûriyeyê derkeve.
Piştî ku ji nav axa Sûriyeyê derket, hêzên cuda yên navdewletî û herêmî di teşekirina pêvajoyê de dest bi rola xwe kirin û lîstin. Di vê serdemê de ji aliyê DYA û hin welatên Ewropayê ve weke rêxistineke “teror”ê naskirin, bû yek ji geşedanên herî girîng. Van welatan helwesta xwe ya li dijî Rêber Ocalan bi piştgirîkirina nîgeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê xurt kirin.
Di 15’ê Sibata 1999’an de revandina Rêber Abdullah Ocalan qonaxa herî krîtîk a vê pêvajoyê dest pê kir. Di vê operasyonê de her çiqas îstixbarata Tirkiyeyê roleke girîng lîstibe jî, hat destnîşan kir ku dema li kîjan welatan derbas bûye, di bin bandora hêzên navdewletî de hatiye qontrolkirin. Bi aşkerayî wek “komployeke navnetewî” girtin dest û xistin meriyetê. Ev pêvajo tenê weke bûyerek tekakesî negirtibûn dest ku di heman demê de ronîkirina dînamîkên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn jî hatibûn hesibandin.
Pêvajoya komploya navdewletî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bû sedem ku ne tenê jiyana kesekî, her wiha hevsengiyên siyasî yên li herêmê jî biguhere. Vê rêze bûyerê hevsengiya hêza li Rojhilata Navîn hejand û bandor li gelek têkiliyên navdewletî kir. Her çiqas vê pêvajoyê wek “Operasyona NATO-Gladio” bê binavkirin jî, alozî û pêkhatina piralî ya têkiliyên navdewletî xweş radixe ber çavan. Bi kurtasî, ev pêvajo di encama têkiliyên her aktorên herêmî û navdewletî de li ser dika dîrokê cihekî wiha giring girtiye.
Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan yek ji dînamîkên bingehîn ên tevgera civakî bû li Rojhilata Navîn, di vê çarçoveyê de komploya ku hat jiyîn ne tenê trajediyeke takekesî bû, di heman demê de rewşên ku pêwîstî bi vekolîneke kûr a hişmendiya gelemperî û tekoşîna dîrokî ya gelan e jî, ku pê hebû, destnîşan dike. Fêhmkirina feraseta komployê bi lêkolîna çawaniyê ya bi vî rengî ne tenê ji aliyê pergalê ve, ji aliyê dost û hevalan ve jî pêkan e. Tê zanîn ku sedemek jê jî hevaltiyek e ne dirûst û bi kêmasî ye.
Hevaltiya nerast
Tehlîlkirina komploya navnetewî ya li hember Rêber Abdullah Ocalan, divê tenê bi nirxandineke rûpêyî ya bûyerê ve neyê dîtin. Ev rewş têkiliyên hevaltiyek e rastîn derdixe holê. Dema ku Rêber Abdullah Ocalan; “Dostê sexte hevalên kêrnehatî bûn sebebê trajediya ku em jiyabûn!..” an jî “trajediya gelên ku ji çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin û di hundirê xwe de tijî xayin bûye!..” vedibêje, ev ê rewşê nîşan dide ku hêzên neteweyî û navdewletî çawa li hev kombûne û komplo pêk anîne. Ji ber ku alav û amûr tev bi dest xistine.
Hevaltiyek e nerast û bi kêmasî, tê wateya hebûna kesên ku di nava tevgerê de bi hêmanên xeta tekoşînê bi rêxistin nebûne û rêbertî baş fêm nekirin e. Ev gav dibe sedema têkbirina baweriyê, yekitiya rûhê tevgerê xera bike. Rêbertî ji bo ku têkiliyên bi vî rengî derxîne holê û bi ser bikeve, pirsgirêka kesayetî bi armûnên cihê dahûrand û rave kiriye. Lê vê hevaltiya têr nake, van argûmanan neçê girt dest, maneya wê di warê bîrdozî û kiryarî de têra hevgirtinê negirt ber çavan, kiryara jiyîn vê nîşan neda. Sedema tecrîda niha jî ji van kiryaran sûdê werdigire û pêvajoyek e wiha li ber me radixîne. Ev yek bû sedema domandina têkiliyên derasayî hem di hundir û hem jî li derveyî rêxistinê de xetereyeke mezin bi xwe re biafirîne.
Ji bo di xeta Rêbertiyê de têkoşîn bê meşandin, divê rewşa hevaltiyek e nerast û bi kêmasî ku di pêvajoya îroyîn de netêrker e, bi rêxistinbûyînê werin derbaskirin. Ev ne tenê hewldanek takekesî ye, di heman demê de pêvajoyek avakirina hişmendiya gelemperî ye. Prensîba rêhevaltiya bi rêk û pêk, bi danîna hîmên hevgirtin û pêbaweriyê armanc dike ku yekitiya rêxistinbûyînê misoger bike. Li gorî van prensîban tevgerîn, him li hundir him jî li derve tekoşîneke xurtir wê nîşan bide.
Rêya herî bi bandor a li hemberî komploya navdewletî, di avakirina têkiliyek e xurt, rêxistinbûyîn û tevlîbûnek e baş de derbas dibe. Ev nayê wê wateyê ku bi argûmanên heyî û bi xurtkirina têkiliyên heyî wê durist bibe, divê di heman demê de pêşxistina stratejiyên nû, têkiliyek e bi qalîte û bi gavên bi bandor, dirbên nû bên avêtin. Di vê tekoşînê de divê hemû beşên civakê, di serî de ciwan û jin xwe rêxistin bikin ku bandora komploya navdewletî kêm bike û têk bibe.
Ev rastiya komployê ne tenê ji aliyê hêzên derve ve wê bêbandor bike, ji aliyê hûndir ve jî wê têk bibe û bide xuyakirin ku hîmê têkiliyên hevaltiya jiyanî rû bide. Ji ber vê yekê Rêbertî dibêje; “berpirsiyarî tenê li ser sadebûn û lewaziya hevalan bi cih kirin têrî nake” ku ev tê wateyê ku rûyê komployê baş bê nirxandin. Pirsgirêk ne tenê helwestek e diyar a kesayetî ye, pirsgirêk kêmasiyek e giştî ya stratejîk û hevgirtinê ye.
Encam
Tehlîlkirina komploya li hember Rêber Abdullah Ocalan ji bo têgihîştina xalên lawaz û hêza tevgerên civakî ku wiha xwedî girîngiyeke mezin e, hevaltiyek e nerast û bi kêmasî, dînamîkên nerêxistinbûyînê ya hundirîn çawa tevgerê qels dike, tecrîda li ser Rêbertiyê jî bi şid didomîn e. Mifteya derbaskirina van qelsiyan bi rêhevaltiyek e rêkûpêk pêkan e. Ji ber vê di salvegera komployê de, li dijî komploya navdewletî, mezinkirina hevgirtin û tevlîbûnî ya rêxistinî gavek e jiyanî ye. Ev hewldan dê ne tenê ji serkeftinên takekesî re, di heman demê de ji pêvajoyek gelemperî ya ji nivîsandina rûpelekî nû ya dîrokî ve jî derî veke û komployê têk bibe.