30 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Komkujiyên li dijî jinan şermezar kirin

Jin li Wêranşerê ji bo protestokirina komkujiyên li dijî jinan mejiyan.

Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Wêranşarê ya Rihayê bi meşekê komujiyên li dijî jinan protesto kir. Meş û daxuyanî li Parka Şaredariyê hat lidarxistin. Hevşaredara Wêranşarê Bedriye Yorgun û gelek jin tev li bûn. Di heman demê de jinên li parkê hatin agahdakririn û piştre li ser navê jinan Gulsum Ocalan axivî.

Gulsum Ocalan, komkujiyên li dijî jinan ên di demên dawî de zêde bûne bi bîr xist û got: “Em dizanin, ya ku jinan qetil dike zîhniyeta mêr-dewletê û polîtîkaya necezakirinê ye. Lewma em her tim dibêjin ‘Kuştinên jinan polîtîk in’. Banga me ji bo hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk e; em bi hev re ji komujî, tacîz û tecawiza li dijî jin û zarokan re bibêjin bes e. Em ê li dijî komkujiyan bêdeng nemînin.”

Piştî axaftinan, çalakî bi berzkirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û bi lêxistina çepikan bi dawî bû.