2 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Komkujiya Mûsilê wê timî di bîra me de mayendî be

Leyla Amûdê

Divê xayîn û revok zanibin ku li şûna wan pênc qehremanan, bi sedan qehreman beşdarî nava şoreşê bûn. Bi ked û fedakariya wan têkoşeran, Şoreşa Rojava hat avakirin. Bi sedan jinên gulîsor û gulîreş beşdarî şoreşê dibin û tola Şîlanan rakirin. 

29ê mijdara 2004an, bi taybet jî piştî du rojan ji pîrozbahiyên salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê xebera şehadeta pênc hevalên giranbiha û pêşeng hat ragihandin. Hat gotin ku Şîlan Kobanê tevî çar hevalên xwe li Mûsilê û di encama ketina kemîneke xedar de gihiştine şehadetê. Dema van hevalan hewl didan derbasî rojavayê Kurdistanê bibin, li ser rêya di navbera Mûsil û Şengalê de rastî êrîşeke dijwar a xayînên nenas tên. Di encama wê bêbextiya xedar de têne şehîdkirin. Bi rastî vê xebera xemgîn li her kesî û herî zêde jî li ser heval, hogir û endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk
(PYD)ê kir.

Her heval ket nav şoqeke pir mezin. Têkildarî wê bêbextiya reş a li hember pêşeng û rêveberên wan pir tesîr bûn û hew dizanîn wê çi bikin. Ji ber ti kesî texmîn jî nedikir bûyereke wiha sosret were serê wan hevalên çeleng û hêja. Dema bihîstin ku her pênc heval hatine şehîdkirin, her kes matmayî ma. Di rastiyê de ti kesî texmîn nedikir bûyereke wiha hovane were serê wan hevalan û wê bi wî awayî şehîd bikevin. Ji ber wê her kes matmayî ma. Tevî gelek bûyerên wiha xedar hatine serê pêşengên şoreşê jî, nedihat payîn wê careke din xiyaneta rûreş serê xwe li wan qehremanan rake û wê ji piştê de wan xencer bike.

Wan qehreman û rêzanan jî texmîn nedikirin û wê ji xayînan û revokan re bibin hedef û armanc. Ji aramiya Başûrê Kurdistanê bawer dikirin û wiha tevdigeriyan. Nehat fikirîn ku wê rojekê xiyanetkar û kesên bêexlaq, kiryarên xwe yên dermirovî pêk bînin, pêşengên şoreşê derb bikin. Teqez diviyabû bihata texmînkirin ku ji ber xiyanetkar negihiştin hedef û armancên xwe wê her li pey qehreman û şoreşgerên Apoyî bin, wê her hewl bidin  derbê li wan bidin.

Ew milîtanên demê, şoreşgerên Apoyî Şîlan û hevrêyên xwe  her di nav tevgerê de bûn û hewl didan ji bo şoreşê bixebitin, ji gelê xwe û gelên herêmê re bibin bersiv, wan ji zilma pergala partiya Baas a şovenî rizgar bikin.

Gelek hedef û projên rêveber û pêşeng Şîlan Kobanê û hevalên wê yên giranbiha Cemîl, Zekeriya, Fûad û Ciwan hebûn. Bêrawestan kar û xebat dikirin. Ji bo gelê xwe yê li benda pêşerojeke wekhev û azad in têkoşîn dikirin. Wan rêveber û serkêşan ji neyaran êrîşeke wiha texmîn dikirin, lê qet guman nekirin wê ji hundir de bêbextiyeke wiha were serê wan û wê bi destên şaneyên veşartî yên xayînan werin derbkirin. Piştî agahiya şehadeta hevalan hat bihîstin, hema demildest lêkolîn û lêpirsîn hate kirin. Di encam de derket holê ku dema her pênc heval berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê ji bo peywira ji wan re hatibû dayîn pêk bînin, li ser rê ji hêla şaneyên çete ve dikevin kemînê.

Ji hêla komên çekdar û rûpoşkirî ve rêya wan têe qut kirin û têne rawestandin. Diyar dibe ku ji zû ve hatibûn şopandin. Wan hevalan ji wesayîtê dadixin û dibin taxeke Mûsilê ya bi navê 17ê Tîrmehê. Piştî nasnameyên wan zelal dikin û nexasim jî dema fêm dikin endamên PYDê ne, bi awayê guleyan berdidin serê wan û dilê wan tên şehîdkirin. Em hemû jî dizanin ku wateya serî bîrdozî ye û wateya dil jî hestên neteweyî ne. Wan xayîn û tundrewan her pênc pêşeng û serkêşên me wiha şehîd kirin. Wan kesên dirinde û hov ew êrîş û komkujiya nemerd wiha pêkanîn. Her kesên welatparêz û têkoşer ji hêla fikir û hest de êşandin û ew xistin nav xeman.

Piştî rojek, di rojan wêneyê rêveber Şîlan hate weşandin.  Bi hevalan re dikene û rûyê wê weke hîvê diteyise û ronahiyê dide. Her wiha her çar hevalên pêre jî li dora wê ne. Weke stêrkên li dora heyva çardeh şevî hemû bi hev re rohnî didin. Di çavên wan de hêviya pêşerojeke serkeftî diyar dibû. Hevalên mêrxas Cemîl Kobanê, Ciwan Kobanê, Zekeriya û  Fûad tevî şêrejina Kurd û keça Kobanê, bi salan kar û xebat kirin, ji dil û can têkoşîn dikirin,  bûn fedaiyên Şoreşa Rojava. Wan qehreman û lehengan nexşeya şoreşa Rojava danîn. Dema mirov qala wan qehremanan dike mirov pir xembar dibe. Ji ber ked û têkoşîna wan a bi salan mîna dîmenekî li ber çavên mirov derbas dibe û tu dibêj^+ı qey bi mirov re diaxive.

Divê xayîn û revok zanibin ku li şûna wan pênc qehremanan, bi sedan qehreman beşdarî nava şoreşê bûn. Bi ked û fedakariya wan têkoşeran, Şoreşa Rojava hat avakirin. Bi sedan jinên gulîsor û gulîreş beşdarî şoreşê dibin û tola Şîlanan rakirin.  Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinan gihişt serkeftinê. Em ê ti carî komkujiya Mûsilê ji bîr nekin. Careke din em bi hurmet û minetdarî wan qehreman û serkêşan, bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînin. Soza xwe ji wan re nû dikin. Em dibêjin xeman nexwin heval wê dost û hevalên we, her tim we bidin jiyandin û serkeftinê teqez bikin.