12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komkujiya li dijî gelê kurd

Serdil Akdag

Em di nav jiyana xwe de gelek caran bi peyva komkujiyê re rû bi rû mane û pirê caran bi pey komkujî ketine. Ji bo neteweyên wek ermen, cihû, kurd, suryan û gelekên din peyva komkujiyê hatiye bikaranîn û netewdewletên ku van komkujiyan pêkanîne di dîroka xwe de rûreşiyeke mezin bi cih kirine.

Piştî komkujiyên ku bi piranî di dema şerên cihanê de pêk hatin hin aliyên demokratîk ji bo pênasekirin û pêşîlêgirtina komkujiyan bi demê re ketine nav hewldanan.

Li gor peymana komkujiyê ya ku bingeha xwe ji nirxandinên Rafael Lemkin (ku behsa komkujiya li ser cihûyan dike) di 12’ê çileya 1951’an de ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hat qebûlkirin. Ji bo pênaseya komkujiyê ev hevok tê bikaranîn. “Hewldana tunekirina fizîkî ya kismî yan jî giştî ya li dijî komekî etnîkî, dînî yan jî neteweyî tê wateya komkujiyê.”

Li gor peymanê ev tunekirin bi van xalan pêk tên;

1: Heke li dijî endamên komê kuştin hebe.

2: Heke li dijî beden an jî derûniya endamên komê êrîşên cidî hebin.

3: Ji bo tunekirina komê wan neçarî şert û mercên zehmet bikin.

4: Ji bo bi zayînê hejmara endamên komê zêde nebin tedbîr girtin.

5: Veguhestina zarokên komê ji bo komekî din.

Heke ji van xalên ku hatine diyarkirin yek jê pêk hatibe sûcê komkujiyê hatiye kirin. Werin em tenê bi yek du mînakan komkujiyên ku li ser kurdan pêk hatine aşkera bikin.

1: Dema em li xalên ku li jor hatine pênasekirin dinêrin û vedigerin ser neteweya kurd dibînin ku her pênc xal jî li her çar parçeyên Kurdistanê pêk anîne. Xala yekemîn hema bibêjin her roj pêk tê. Ev êrîş carna ji aliyê leşker an polîsan ve carna ji aliyê SÎHA û ÎHA’yan ve carna bi çekên kîmyewî pêk tên. Îro tenê ji ber ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê rêveberiyeke xweser ve tê birêvebirin her roj dibe hedefa dewleta tirk.  Li ber çavên cîhanê her roj bombe li ser gelên Rojava dibarînin.

2: Kurd li her qadên jiyanê rastî  tunehesibandina taybetiyên neteweya xwe tên. Ev ji bo her jin, mêr, zarok, ciwan û extiyarî êrîşa li ser derûniyê ye.

3: Ji bo xala sêyemîn ji bo min mînaka herî li berçav Kampa Şehîd Rustem Cûdî ango Mexmûr e. Ji ber ku Mexmûr ji aliyê erdnîgarî ve xwedî taybetmendiyên neyînî ye kurdên ku ji zilma dewleta tirk reviyan li wir hatin bicihkirin. Di encamê de gelê kurd ê ku bi çekan nehat kuştin bi şert û mercê neyînî hedef hat girtin lê dîsa jî serî netewand û îro hebûna xwe li wir jî didomîne.

4: Ji salên 90’î heta niha bêbaweriya jinan a ji dermanên dewleta tirk encamên polîtîkayên sterilîzasyonê yên li dijî gelê kurd e. Bi van polîtîkayan hewl hat dayîn ku kurd bi zayînê zêde nebin. Ne dûr sala borî Erdogan digot 10-15 zarokên PKK’yiyan hene. Bi vî awayî hejmara zarokên kurd kirin hedef.

5: Ji bo vekirina xala pêncemîn hewcehî bi vekirinê jî nîne. Tenê mînaka keçikên Dersîmê yên ku hê jî windane tena serê xwe xalê radixe ber çavan.

Qirkirina li ser çandê

Netewe-dewletên ku hebûna xwe li ser komkujiyên bi vî rengî didomînin bi bertekên raya giştî yên li dijî van komkujiyan hin rêbazên cuda pêş xistin. Lê ji bo gelê kurd rewş hin cudatir e. Îro her çiqas li dijî gelê kurd ev mînakên li jor hatine rêzkirin pêk tên jî rêbazên cuda jî pêk tînin.Wek tê zanîn netewe hebûna xwe li ser hin xalan didomînin. Çand jî yek ji van e. Lê li dijî gelê kurd bi qedexekirina zimanê kurdî û astengkirina pêşxistina wî qirkirineke tê meşandin. Bi salan e ku kurd ji bo yek ji xala bingehîn a çanda xwe azad bikin gelek bedelên giran dan. Lê hê jî nikarin zimanê xwe azad bi kar bînin.  Lê dema mijar bibe berjewendiyên dewletê ziman weke ku azad be di formekî ecêb de tê bi karanîn. Mînaka TRT 6’ê yek ji van e.

Di dîrokê de tu neteweyeke wek neteweya kurd li dijî qirkirinên ku bi vî awayê pêk tên li ber xwe nedaye û nade. Bi salan e ciwanên kurd li dijî artêşa tirk a ku ji 12’ê îlonê heta niha xwe bi hêz dike û di sala 2007’an de êrîşên xwe giran kiriye li ber xwe didin û bi têkoşîna xwe hin rojên dîrokî di nav raya giştî de dane qebûlkirin. Yek ji mînaka vê çalakiyên 6 û 7’ê cotmehê ne. Lê îro dewlet bi festîvala ku li Amedê pêk tîne hewl dide ew çanda wan a têkoşînê ji bîra wan bibe. Divê gelê gelê kurd di vî alî de hişyar be.

Ew kesên ku xwe li ber baya qirkirinê ya dewletê dixin dê di demekî kurt de bibin ew mankurtên ku hemû bîra wan hatiye jê birin. Divê endamên komên ku di bin qirkirin û komkujiyê de ne ji bo ji hebûna xwe dûr nekevin ji her tiştî bêhtir xwe bi çand û taybetmendiyên neteweya xwe ve girêbidin da ku neynê tunekirin.