Endamê KNKê Kamûran Berwarî li ser merasima dîrokî ya çekşewitandinê, banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rola komisyona bê avakirin jî rawestiya û got: “Divê dewleta tirk bi lez komîsyonê ava bike û Serok Ocalan azad bike.”
Kamûran Berwarî li ser girîngiya merasima li şikeftê rawestiya û destnîşan kir ku hemû peyamên pêxemberan li şikeftan hatine dayîn.
Kamûran Berwarî bal kişand ser pêşengiya Besê Hozat a di merasimêde û got: “Di pêşengiya Besê Hozat ed wekî melekan ji şikeftê daketin. Pêşengiya Besê Hozat nîşanî hemû cîhanê da ku jin bi qasî pêşengiya şer dikin, dikarin pêşengiya aştiyê jî bikin.
Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku ji 15 jin û 15 mêran, di pêşengiya Hevseroka KCKê Besê Hozat de bi merasimek heybet û dîrokî çek şewitandin û xwestin ji bo beşdarî siyaseta demokratîk bikin rêyên siyasî û hiqûqî bên vekirin. Çavê hemû gelên cîhanê û dewletên cîhanê di 11ê Tîrmehê de li ser vê çalakiyê bûn. Ve çalakiyê li cîhanê deng veda. Vê çalakiyê hişt ku êdî PKK derbasî pêvajo û qonaxeke nû bibe. Têkildarî merasima dîrokî Siyasetmedar û Endamê KNKê Kamûran Berdawî ku beşdarî merasimê bûbû ji rojnameya me re axivî.
Endamê KNKê Kamûran Berwarî ewil bal kişand ser merasima Koma Aştî û Civaka demokratîk a çekşewitandinê rawestiya û wiha got: “Pêngava 11ê Tîrmehê ya çekşewitandinê nîşaneya rastî u durustiya bizava Kurd e. Dîsa nişana pêgiriya gelê Kurd û bizava rizgarîxwaza Kurdistanê ye. Girêdan û duristiya wan a bi fermana Serok Ocalan ve ye. Ev me digîne wê qeneetê ku pêwistiya Rojhilata Navîn bi giştî bi şer û çekê tune ye. Pêwistiya gelê Rojhilata Navîn bi aştî û diyalogê heye.
Hemû pêxemberan peyam li şekeftan dane
Di merasima çekşewitandinê de ez bi xwe jî li wir bûm. Hatina gerîlla wekî melekan ji çiyê û şikeftê daketin. Şikeft di dîroka mirovahiyê de cihê ji dayikbûnê ye. Adem di şikeftê de ji dayik bûye. Hemû pêşember heta Mûhamed, peyamên xwe di şikeftan de nivîsîne. Şikef û pêşketina şaristaniyê bi hev ve girêdayî ne.
Kamûran Berwarî li ser Şikefta Cesenayê jî rawestiya û wiha got: “Ew şikeft di navbera du çiyayên mezin de ye. Di navbera çiyayê Pîrê Megrûm û Çiyayê Saran e. Dîsa li Bajarê Silêmaniyê bingeha aştî, azadî û wekhevî û azadiya ramanê zêdetir e. Şikefta Cesenê di dîroka Kurdistanê û şoreşa Kurdî de cihekî taybet digire. Di salên 1920an de cihê xebat û têkoşîna qehramanên Kurd bû.
Jinên Kurd jî dikarin pêşengiya şer û aştiyê bikin
Kamûran Berwarî bal kişand ser 30 endamên Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku jinê pêşengiya wê kir jî rawestiya û wiha axivî: “Ev nîşan dide ku êdî bizava rizgarîxwaza Kurd û Kurdistanê gihiştiye asteke herî bilind. Tu dewletên cîhanê negihiştine vê asta Tevgera Azadiya Kurdistanê. Cudahiya navbera jin û mêr bi temamî rabûye û hevsengiyek xurt heye. Ev nîşan dide ku ji sedî 50 jin beşdarî şerê ji bo azadiyê dibe, lê li aliyê din dîsa ji sedî 50 jin ji bo aştiyê jî beşdar dibe. Di dîroka Kurdan de jin wekî melek û feriştehan tên dîtin. Herî zêde jin alîgirê aştiyê ne. Ji ber ku herî zêde jin êş, jan û azara şer dijîn. Bi taybetî jina Kurd, barê siyasî, aborî û leşkerî daye ser milê xwe. Pêşengiya Besê Hozat a ji bo koma aştiyê; ji bo hemû cîhanê nîşaneya ku ne tenê zilam, jinên Kurd jî dikarin hem şer bikin û hem jî pêşengiya aştiyê bikin e. Dikarin di asta cîhanê de jî pêşengiya aştiyê bikin.
Cihê ku agir lê hebe jiyan lê heye
Kamûran Berwarî li ser agir û şewitandina çekan jî rawestiya û got: “Agir nîşaneya jiyanê ye. Li ruyê cîhanê yên yekem agir hil kir, milletê Kurd bû. Cihê ku agir lê hebe, li berdewama wê jiyan heye. Cihê ku agir lê hebe jiyan lê heye. Nan heye. Di serdema Zerduşt, Medya û beriya wê jî merasimên bi agir hatin kirin. Wekî çûka Anka û Sîmûrgê ye. Xwe dişewitînin û ji nûve xwe ava dikin. Dê ji xweliya wan çekan jiyan ji nûve geş bibe.
Abdullah Ocalan xwe ji bo gelê xwe feda kiriye
Kamûran Berwarî li ser bandora banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser PKKê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Di 27 salan de hemû polîtîkayên wan ên li ser parçekirinê encam negirt. Di vê demê de me dît ku hemû partiyên kurdan, siyasetmedarên Kurdan û gelê Kurd bi Abdullah Ocalan û Îmraliyê ve girêdayî ne. Ji ber ku Abdullah Ocalan xwe ji bo gelê xwe feda kiriye. Ji ber vê yekê gel jî xwe fedayî wî dike. Vê dîmenê hişt ku tu nakokî di navbera Abdullah Ocalan û Kurdan û tevgera azadiyê de tune ye.
Kamûran Berwarî bal kişand ser bandora merasimê û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser başurê Kurdistanê û wiha pêde çû: “Di aliyê saziyên Başûr de erênî hat ditin.”
Divê Serok Ocalan azad bikin
Li ser erk û berpirsiyariya partiyên siyasî û rêxistinên civakî jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Divê di serî de dewleta tirk leşkerên xwe ji Başûr vekişînin. Divê Partiyên Yekîtî û Demokratîk ên li Başûr rola xwe bibînin. Divê dewleta Tirk êrîşên qirêj ku berdewam bike bi dawî bikin. Divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Partiya Yekîtiya Kurdistanê ji bo vê yekê bixebitin. Ji bo li Tirkiyeyê aştî pêş bikeve divê di serî de dewlet û hikûmet êrîşên xwe yên li ser Kurdan rawestînin. Divê Serok Ocalan û girtiyên siyasî azad bikin. Divê bela xwe li Başûr û Rojava ji Kurdan vekin. Divê ewil Tayyip Erdogan zimanê şer biguherîne û zimanê aştiyê pêş bixe. Divê êdi gelê kurd û PKKê wekî teror pênase neke.
Erka dewleta Tirk ew ku bi lez komîsyonê ava bike û lez Abdullah Ocalan azad bike.