Çapemeniya YNK’ê ragihand ku Navenda Karûbarên Hiqûqî ya YNK’ê biryara taloqkirina hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Serbixwe ya Iraqê red dike.
Her wiha hat diyarkirin ku têkildarî vê biryarê jî belavkirina hejmara kursiyên parlamentoyê yên ji herêmên hilbijartinê re weke hincet hate nîşandan û hate destnîşankirin ku biryar nakeve çarçoveya hemû pêvajoya hilbijartinê de.