12 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Komisyona Aştî û Civaka Demokratîk

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Banga Rêber Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk, ne tenê ji bo çareserkirina meseleya Kurdan, lê ji bo avakirina civakeke wekhev û adil li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn, rêyeke nû vedike

Banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo aştî û civaka demokratîk, di dîroka têkoşîna gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e. Ev bang a ku di çarçoveya paradîgmaya neteweya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê de hatiye formulekirin, ne tenê ji bo çareseriya meseleya Kurdan, lê belê ji bo avakirina civakeke demokratîk û adil li seranserê Rojhilata Navîn modelekê pêşkêş dike. Rêber Apo, bi vê banga xwe, li şûna şer, cudaxwazî û tundiyê; diyalog, lihevhatin û hevkariya di navbera gelan de weke bingeha çareseriyê destnîşan dike. Di vê çarçoveyê de, avakirina komîsyonekê di Meclîsa Tirkiyeyê de, yek ji gavên sereke ye ku ji bo pêkanîna vê banga hatibû pêşniyazkirin.

Komîsyona ku tê plankirin li Meclîsa Tirkiyeyê were avakirin, divê di serî de li ser prensîbên banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk bimeşe. Ev prensîb di nav xwe de wekhevî, edalet, pirrengiya çandî, nenavendîbûn û beşdariya demokratîk digire. Rêber APO di banga xwe de teqez dike ku meseleya Kurdan tenê bi rêya diyalogeke demokratîk ku hemû pêkhateyên civakê di nav xwe de dihewîne, dikare bê çareserkirin.

Komîsyon divê hemû nasname, çand û baweriyên li Tirkiyeyê temsîl bike. Ne tenê Kurd, lê belê hemû kêmneteweyên weke Elewî, Ermenî, Suryanî û yên din jî di nav xwe de bihewîne. Her wiha xebatên komîsyonê divê li ser bingeha diyalogeke vekirî û zelal ku hemû alî tê de cih bigirin, bêne meşandin. Ev xebat li gorî paradîgmaya Rêber Apo, sîstema nenavendî ku hêza biryargirtinê di nav gel de belav dike, divê bibe bingeha rêveberiyê. Her wiha yek ji stûnên sereke yên banga Rêber Abdullah Ocalan, azadiya jinê ye. Komîsyon divê di xebatên xwe de wekheviya zayendî û beşdariya jinan bi awayekî çalak esas bigire.

Komîsyon, weke amûreke sereke ya pêkanîna banga aştî û civaka demokratîk, divê xwedî erk û berpirsyarîyên zelal be. Komîsyon divê bi awayekî objektîf û bêalî sedemên dîrokî, civakî û siyasî yên meseleya Kurdan lêkolîn bike û raporên berfireh amade bike. Bi komîsyonê re divê platformeke diyalogê ji bo aliyên siyasî, civakî û çandî yên li Tirkiyeyê bê afirandin ku tê de hemû dîtin bên nîqaşkirin. Her wiha pêwîst e komîsyon li gorî prensîbên aştî û civaka demokratîk, çareseriyên qanûnî û siyasî pêşniyaz bike, ên weke reformên destûrî, nenavendîbûn û parastina mafên kêmneteweyan. Li gel van divê komîsyon ji bo rawestandina şer û tundiyê, gavên pratîk biavêje, ên weke agahdarkirina raya giştî û piştgirîdayîna projeyên aştiyê. Bi van gavan re lazime komîsyon biryarên hatine girtin bişopîne û raporên pêşketinê bi raya giştî re parve bike. Ev jî bi xwe re zelalbûn û bêalîbûna komîsyonê wê derxe holê.

Komîsyon divê bi awayekî berfireh û vekirî hevdîtinan pêk bîne, da ku banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk di praktîkê de cihê xwe bibîne. Ev hevdîtin divê bi hemû partiyên siyasî yên li Meclîsa Tirkiyeyê, di nav de yên opozîsyonê û yên desthilatdar, divê di diyalogê de cih bigirin. Pêwîst e ku Komîsyon ji bo beşdariya rêxistinên civaka sivîl, sendîka, komeleyên jinan û ciwanan jî beşdarî pêvajoyê bibin bi wan re hevdîtinan bike, da ku nêrînên gelêrî bên temsîlkirin. Ji ber ku banga Rêber Apo teqezî li ser pirrengiya civakî dike, divê nerînên nûnerên Kurd, Elewî, Suryanî, Ermenî û kêmneteweyên din jî hebin. Ger pêwîst bê dîtin ew jî di hevdîtinan de cih bigirin. Bêgûman ev komîsyon ne tenê bi sazî û rêxistinên li Tirkiyê tenê her wiha bi rêxistinên navneteweyî, weke Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê, têkiliyan deyne, da ku piştgirî û çavdêriya navneteweyî were peydakirin. Bêguman ji bo silametiya xebata komîyonê û serketina pêvajoyê, yek ji erka sereke ya komîsyonê jî çûna cem Rêber Apo ye. Ji ber ku Rêber Apo mûzakerekirdoxê esasî ye, dîtin û nerînên wî ji bo komîsyonê wê xwedî girîngiyeke mezin bin. Awayê hevdîtinan divê bi awayekî zelal, vekirî û bi beşdariya hemû aliyan bê meşandin. Civînên giştî, semîner, atolye û platformên dîjîtal dikarin ji bo vê armancê bên bikaranîn.

Em ji bîr nekin ku di cîhanê de mînakên komîsyonên bi vî rengî hene, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî, etnîkî an civakî hatine avakirin. Li Başûrê Afrîkayê Komîsyona Rastî û Lihevhatinê hatibû avakirin. Piştî dawîhatina rejîma Apartheidê, ev komîsyon di sala 1995an de hate avakirin, da ku sûcên dîrokî bên lêkolînkirin û lihevhatina di navbera nijadan de bê pêşxistin. Ev komîsyon, bi rêya diyalog û lêborîna giştî, bûye modelek ji bo aştiyê. Li Kolombiyayê jî Komîsyona Aştî û Lihevhatinê di çarçoveya peymana aştiyê ya di navbera hikûmeta Kolombiyayê û gerîlayên FARCê de hate avakirin, da ku mafên qurbaniyan bên parastin û diyaloga civakî bê xurtkirin. Bêgûman mirov dikare mînakên avakirina komîsyonan pirtir jî bi de, lê di esasê xwe de ev hemû komîsyon ji bo pêşî li aştiya civakî û li hevkirinê vekin hatine avakirin. Ya girîn ew e ku Komîsyona “Aştî û Civaka Demokratîk” jî li Tirkiyê û Kurdistanê bi tecrûbeyên van komîsyonan dikare bingeha aştiyeke bi rûmet ava bike.

Di encamê de em dikarin bêjin ku banga Rêber Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk, ne tenê ji bo çareserkirina meseleya Kurdan, lê belê ji bo avakirina civakeke wekhev û adil li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn, rêyeke nû vedike. Avakirina komîsyona Meclîsa Tirkiyeyê, gaveke girîng e ji bo pêkanîna vê bangê. Ev komîsyon divê li ser bingeha wekhevî, diyalog û nenavendîbûnê xebatê bimeşîne, bi hemû aliyan re hevdîtinan bike û çareseriyên demokratîk pêşniyaz bike. Mînakên cîhanî nîşan didin ku rêyeke bi vî rengî mimkun e, bi şertê ku îradeyeke siyasî ya xurt û beşdariyeke berfireh hebe. Ji bo vê yekê, divê komîsyon ne tenê weke amûreke teknîkî, lê belê weke platformeke ku vîzyona Reber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk bi cih tîne, kar bike. Bi vî awayî, ev komîsyon dikare bibe gaveke dîrokî ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk û aştiyane.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê