12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komîna Fîlman a Rojava: Tu eleqeya ‘Mîhrîcana Fîlman a Kobanê’ bi me re nîn e

Komîna Fîlman a Rojava daxuyaniyek da û diyar kir ku mîhrîcana ku bi navê ‘Mîhrîcana Fîlman a Kobanê’ hat lidarxistin, tu eleqeya wê bi wan re tune ye

Komîna Fîlman a Rojava li dijî kesên ku nav û logoya ‘Mîhrîcana Fîlman a Kobanê’ bê destûr bi kar aniye daxuyaniyeke nivîskî da. Ev mîhrîcan komînê li dar xistibû û nav û logo jî wan diyar kiribûn.

Daxuyanî wiha ye:

“Tê zanîn ku gelê Kurd ku 100 sal e bi polîtîkayên asîmîlasyonê hatiye çewisandin, ji bo ku xwe bi rêya hunerê îfade bike berdêlên mezin dane. Hunera sînemayê ku yek ji rêyên herî girîng e ku rastiya xwe bi zimanê xwe û dîtbarî îfade dike, di çand û hunera kurdî de jî cihê xwe girtiye û her çi qas dereng be jî di encama têkoşînên mezin de ketiye pêvajoya hilberandinê. Bê guman stûna herî girîng a vê pêvajoya hilberandinê şoreşa Rojava ye. Şoreşa Rojava ji bo gelê Kurd bi rêya hunerê xwe îfade bike, bi taybetî di warê sînemayê de, firsendên mezin afirandine. Tevî hemû êrişên dagirkeran û polîtîkayên wan ên afirandina rewşeke neewle jî, xebatên hunerê bi ruhekî mezin ê têkoşînê dewam dikin.

Çêkirina sînemayê li Kurdistanê û nemaze li Rojava jî tê wateya parçeyek ji têkoşîna civakî û çandî. Têgihaştin û nêzîkatiyên ku ji van rêgezan dûr in, nikarin bibin hunermend an jî nûnerên gel an jî şoreşê. Hunermendî hesasiyeta civakî û hêjayî berdêlan bûyînê dixwaze.

Tenê bi aliyê xwe yê bazirganî nêzî hunera sînemayê bibin, ji hilberandin û kedê dûr sekinîn, bikaranîna nav û sembolên şoreşê ji bo mîhrîcanan, lê belê bi polîtîkayên naverok û nêzîkatiyê helwesteke li dijî şoreşê were nîşandan, paşguhkirina xebatên sînemayê yên ji aliyê şoreşê ve hatine afirandin jî, îstîsmarkirina huner û nirxên civakî ye. Diyar e ku vê ferasetê tu eleqeya xwe ji bo pêşxistina çand û hunera Kurd nîn e.

Wek Komîna Fîlman a Rojava em vê ferasetê red dikin û diyar dikin ku mîhrîcana ku bi navê ‘Mîhrîcana Fîlman a Kobanê’ tê lidarxistin, tu eleqeya xwe bi me re nîn e. Em dixwazin diyar bikin ku ev mirovên ku nav û logoya mîhrîcana ku me di sala 2018’an de bi navê Mîhrîcana Fîlman a Kobanê li dar xistiye bê destûr bi kar tînin, di tu xebatên sînemayê yên li Kobanê yan jî Rojava de tu ked û hiqûqa wan tune ye. Armanc ew e ku navê Kobanê ku di cîhanê de xwedî bandoreke mezin e û logoya şehîd Arîn Mîrkan ku sembola vê şoreşê ye, bi kar bînin û bandorekê çêkin.

Ji ber van sedeman wek Komîna Fîlman a Rojava em kesên ku nirxan vediguherînin rant, bazirganî û berjewendiyên takekesî, şermezar dikin.  Em bang li kesên xwedî vê feraset û nêzîkatiyê dikin ku layiqî şoreşê, berdêlên hatine dayîn û nirxên afirandî bin.”