30 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî ava bû

Li Silopiyayê, Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî ava bû.

Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî li navçeya Silopiya ya Şirnexê kongreya xwe li dar xist û avakirina xwe ragihand. Kongre, bi dirûşma “Statuya Kurdî, perwerdehiya Kurdî” li Navenda Ziman Çand û Hunerê ya Eyşe Şanê hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li bûn.

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan di kongreyê de axivî û got: “Zimanê Kurdî salên dirêj e li her qadê rastî polîtîkayên pişaftinê tê. Zêdebûna hejmara komeleyên ziman pîroz e. Ji bo serkeftina van xebatan divê ji 7 salî heta 70 salî her kes bi zimanê xwe biaxive.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê bajar Mehmet Zekî Îrmez jî got ku gelê Kurd ji bo zimanê xwe bedelên giran daye û ev tişt anî ziman: “Kurdî yek ji zimanên herî qedîm e. Divê em Kurd xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Li dijî polîtîkayên pişaftinê bedelên giran hatin dayin. Di vê sedsalê de dîktatoran ji bo tunekirina ziman, çand û hunerê tişta ji dest dihat kirin. Lê gelê me tevî polîtîkaya pişaftinê jî tune nebû.”

Omer Fansur û Evîn Kuljca weke hevserokên komeleyê hatin hilbijartin. Avakirina komeleyê bi stranên hunermendên li Navenda Ziman Çand û Hunerê ya Eyşe Şanê  û Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belekê ve hate pîrozkirin.