Polîsan di 19 çileyê de li navçeya Peyasê ya Amedê bêyî agahiya rêveberên Komeleya Wêjekarên Kurd, bi ser avahiya Komeleya Wêjekarên Kurd de girt. Polisan di serdegirtine de dest danîn ser 150 pirtûkan û hezar û 500 hejmarên rojnameyan. Nûner û rêveberên Komeleya Wejekarên Kurd tekildarî serdegirtina komeleyê li Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daxuyanî da û gilî kir.
Endamê Komeleya Wêjekarên Kurd Mîhdî Perînçek li vir axivî û wiha got: “Di 19ê çileyê de bi ser komeleyê de girtin. Gelek pirtûk û rojname desteser kirin. Dema ku bi ser komeleyê de girtin tu agahî jî nedane hevserokên komeleyê. Em dû re çûn midûriyeta polîsan. Lê emniyetê got ‘Agahiya me tune ye’. Em tiştekî nizanin û em şandin TEMê. Dema em çûn TEMê, wan jî got ‘Agahiya me tune ye’. Em li vir dipirsim. Kê ev sergirtina aqûbeta vê ne diyar pêk anî. Armanca wan çi ye? Êdî ji vir û şûn de çi bê serê Komeleya Wejekarên Kurd perpisiyar mudiriyeta emniyetê ye.”
Piştre hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan jî diyar kir ku bi aveyekî korsanî bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtine û wiha got: “Hewl didin ku saziyên me yên sîvîl krîmînalîze bikin. Bi vî avayî êrîşên ziman û wêjeya kurdî dikin. Em wan êrişên hovane qebûl nakin.”