Komeleya Ekolojiyê li Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê “Komxebata Bajarê Ekolojîk” li dar xist. Li gel ekolojîstan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Bi boneya 10’emîn salvegera Fermana 74’an a li dijî civaka êzidî, deqeyek rêz hate girtin.
Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê yên Sosyo Polîtîkê Yuksel Genç di komxebatê de axivî û got ku li Kurdistanê qirkirina ekolojîk tê kirin. Genç, wiha domand: “Meseleya ekolojiyê meseleyeke seranserî cîhanê ye. Derdê me ew e ku bi mirovan re, bi xak, mêş û mor, bi hewa û her tiştekî bi hev re bifikirin û jinûve ava bikin. Bi taybet jî di nava 10 salên dawî de li bajarên me qirkirineke ekolojiyê ya mezin tê kirin.”
Genç anî ziman ku wan paradîgmaya azadîxwaziya jinê û ekolojîk tenê di çareserkirina pirsgirêka kurd de dernexistine holê û wiha pê de çû: “Em dibêjin ku bi vê paradîgmayê dkare cîhaneke nû were avakirin. Xebatên me dê ji bo cîhanê bibin mîna.”
Di rûniştinên din de astengî û qeteriyên li ser ekolojiya bajar û çareseriya wan hat niqaşkirin. Qisegeran anîn ziman ku di aliyê mîmarî, trafik, parastina ax û avê de divê plansaziyên li gorî ruhê ekolojî û civakîya sincî polîtîk bên amadekirin. Qisegeran da zanîn ku divê rêxistinên ekolojiyê û rêveberiyên herêmî bi hevre projeyan amade bikin û her tim bi gel re li ser rexne, pêşniyar û parastina ekolojiyê civînan çekin û bi gel re li çareseriyê bigerin. Dîsa qisegeran bibîr xistin ku pêwistî bi pêşxistina çandinî û sewalkariya herêmê û avakirina kooperatifan heye. Dîsa xwestin ku ji bo parastina ekolojiyê civak di aliyê fikr û pratîkê de xwe bi rêxistin bikin û pêşeroja xwe zarokên xwe li ser vê mijarê rast perwerde bikin.
Komxebatê piştî niqaşan bi avakirina yekîneyên berdewam kir.