13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zarokên kurd ji perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar in

Komeleya Birca Belek a Ziman û Çandê diyar kir ku di sedsala 21’emîn de bi mîlyonan zarokên kurd ji perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar in û got: “Divê qanûnên navneteweyî ji gelê kurd re jî derbasdar bin.”

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Komeleya Birca Belek a Ziman û Çandê têkildarî destpêkirina serdema  perwerdehiyê ya sala 2023-2024’an daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên rêxistinên Partiya Çepên Kesk, DBP, HDP, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “ Zimanê me rûmeta me ye, em perwerdehiya bi zimanê xwe dixwazin, çand û zimanê me giyana me ye” hate vekirin. Her wiha dovîzên “ Divê kurdî bibe zimanê fermî” hatin rakirin.

Bi milyonan zarokên kurd ji perwerdeya zimanê dayikê bêpar in

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Komeleya Birca Belek Cahît Akil ve hate xwendin. Akil diyar kir ku zarokên kurd îsal jî bi zimanê xwe bêpar dest bi serdema perwerdehiyê ya nû dikin û wiha got: “Li Tirkiyeyê serdema perwerdeyê ya 2023-2024an dest pê dike. Destpêkirina vê serdema perwerdeyê ji bo zarokên Kurdan jî derbasdare.Li gorî xala 42’yemîn a zagona bingehîn a Tirkiyeyê,li dibistanên dewletê ji bilî zimanê tirkî bi tu zimanê dayikê perwerde nikare were dayîn. Ev jî tê wê wateyê ku mîna sedsalên borî yên Komara Tirkiyeyè dîsa li ser bi mîlyonan zarokên kurdan perwerdehiya bi zimanê tirkî were ferzkirin û zarokên kurdan dîsa ji Mafê perwerdehiya zimanê dayikê bêpar bê hiştin. Bi vî şêwazî bi mîlyonan zarokên kurd ji zimanê xwe û çanda xwe bên dûrkirin. “

‘Divê qanûn ji kurdan re jî derbasbarbin’

Akil bi lêv kir ku gelê kurd bi salane daxwaza bi zimanê dayikê perwerdehiyê dike û got: “Gelê kurd ji destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê heta niha bi vê helwest û nêzikatiya pişaftin, inkarkirin û tune hesibandinê re rû bi rû maye. Daxwaza gelê kurd daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê ye. Ev daxwazeke însanî ye. Di hemû peyman û danezanên navneteweyî û gerdûnî de ev maf, wek mafekî bingehîn jibo hemû gel û neteweyan hatiye qebûlkirin û ev peyman ji bo gelê kurd jî derbasdar be.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “ Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

Li Êlihê jî daxuyanî hebû

Li Êlihê Komeleya Çand û Lêkolînên Ziman a Arî daxwaza perwerdehiya bi kurdî kir.
Îro roja destpêkê ya heyama perwerdehiyê ya 2023-2024’an e. Sazî û dezgehên li ser zimanê kurdî xebatê dikin li gelek bajarên bakurê Kurdistanê daxwaza bi perwerdehiya zimanê zikmakî dikin û dixwazin kurdî li dibistanan bibe zimanê perwerdehiyê û wek zimanê fermî bibe xwedî statû.
Li Êlihê jî Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) bi boneya destpêkirina heyama nû ya perwerdehiyê li Parka Yilmaz Guney daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên komeleyê, aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, rêveberên HDP, DBP, Partiya Çepên Kesk, rêveberên Baroya Êlihê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Perwerdehiya bi zimanê xwe xeta me ya sor e” hat vekirin. Hevserokê ARÎ-DER’ê Mazlûm Tenha daxuyanî xwend û bal kişand ser daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî û fermkirina zimanê kurdî.

Arsîsa: Em perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin

Arsîsa ya Wanê, der barê serdema perwerdeyê ya 2023-2024’an de daxuyaniyek da û gotina “ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdeya bi zimanê dayîkê” dûbere kirin.

Arsîsa ya Wanê, der barê serdema perwerdeyê ya 2023-2024’an de li ber avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê da. Kovara Destar, endamên Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çep a Kesk, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Aryen, ŞanoWan, Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAYDER), Serhat Göç-Der, Star-Der, BASK-Der, Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) û ÇEV-DER tevlî daxuyaniyê bûn. Nûnerên saziyan di daxuyaniyê de pankarta “Em perwerdahiya bi kurdî  dixwazin” vekirin û dovîzên “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê me hebûna me ye” û “Zimanê me rûmeta me ye” bilind kirin.

Mamosteyê Arsîsa yê Şevket Acar ve hat xwendin û daxwazên xwe anîn ziman.

Daxuyanî bi dirûşmeya “Zimanê me rûmeta me ye” bi dawî bû.