Rayedarên Komara Tirkiyeyê 52 sal berê 3 ciwanên şoreşger Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan bi dar vekirin. Komeleya 68’an 3 ciwanên şoreşger li Mêrsînê bibîr anîn. Komeleya 68’an a Mêrsînê merasîma bîranînê li Daristana 68’an a Mêrsînê ya li navçeya Toroslarê li dar xist. Rêxistinên çep-sosyalîst, saziyên elewiyan, partiyên siyasî û hêzên ked û demokrasiyê tevlî bûn. Li cihê bîranînê pankarta “Yên ku strana ked, azadî û xwişk-biratiya gerdûnî striyayîn dîrok hişyar kirin” hate daliqandin. Girse bi qurnefîlan ber bi bîdariya ji bo Nifşê 68’an hatiye çêkirin ve meşiya û gelek caran dirûşma “Soza me ya ji bo wan şoreş e” hate berzkirin.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî tacegul danîn cihê bîrdariyê. Li ser navê girseyê Serokê Komeleya 68’an a Mêrsînê Hasan Kapikiran axivî û got ku tevî bi ser mirina Denîzan re 52 sal jî derbas bûne lê hêj jî heman pirsgirêk tên jiyîn. Kapikiran gotinên Denîz Gezmîş û hevalên wî yên dawî bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Têkoşîna serxwebûn, demokrasî û sosyalîzmê îro bûye têkoşîna pêşerojê ya Tirk, Kurd, ciwan û hemû derdorên bindest. Divê em têkoşîna Denîzan xurtir bikin û banga tevlîbûna têkoşîna serxwebûn, demokrasî û sosyalîzmê li her kesî dikin.”
Piştî axaftinan, helbestvanên ji kovara Sozyuzu Edebiyatê helbestên bi Kurdî, Tirkî, Erebî û Lazî xwendin.