2 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Komareke demokratîk an ‘Serkeftina Pîrûsê’!

Xeyrî Welat Serhed

Berî her tiştî divê bê zanîn ku wekî berê bi polîtîkaya înkarê ti tişt dê bi silametî nameşe û ev rêbaza înkarê dê tiştekî bi gelên Tirkiye û Kurdistanê nede qezenckirin.

Komara Tirkiyeyê ya ku hîmê wê yê bingehîn li ser navê tirkperestiyê hat avakirin, bi înkara gelê kurd re sed sal in ku tê birêvebirin. Bi sedan komkujî, talan, tecawiz, dagirkirina ax û erdnîgariya Kurdistanê re, êş û elemên bêsînor bi gelê kurd da kişandin. Êş û elemên gelê kurd, bi înkar û îmhayê hêj berdewam dikin. Dewleta tirk îro jî dixwaze vê polîtîkaya xwe bidomîne. Hêviya wê ev e. Lê berxwedana gelê kurd vê xweziya wê di qirika wê de dihêle. Têkoşîna azadiyê ya 52 salên dawî, ne tenê ispata vê yekê, hêvî, vîn û biryardariya wê ye jî.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di gelek nirxandinên xwe de li ser “Komara Tirk” disekine û komara ku di pêşengiya Mustafa Kemal de hat avakirin, ji gelek aliyan ve dinirxîne. Aliyên komarê yên ku mafên kurdan destpêkê diparêze û piştre bi komkujiyan berdewam dike, bi berfirehî şîrove dike. Di serî de kurd û gelek gelên wekî ermen, laz, çerkez, suryan û hwd. ti xêrê ji vê komara înkarê nedîtin.

Polîtîkaya înkarê ya ku bi dehan sal in berdewam e, ti tişt bi gelan neda qezenckirin, gelek nirxên hevpar da wendakirin. Têkoşîna gelê kurd a bi pêşengtiya Rêber Ocalan 52 sal in tê meşandin, bi ked û sebreke mezin, dixwaze bi dewleta tirk bide fêmkirin ku komara înkarê ti tiştekî bi gelan nade qezenckirin. Li dijî vê komara înkarê, teza Rêber Ocalan a bingehîn jî ‘Komara Demokratîk’ e. Bi komareke demokratîk pêşerojeke aram û ronî dikare ji gelan re jiyaneke xweş bîne.

Divê bêjin ku ‘kurd ne bi dûvik in’

Mustafa Kemal ji kavilên dewleta Osmanî senteza komarê derxist, teza Rêber Ocalan ‘Komara Demokratîk’ e. Li ser hîmê Komara Demokratîk ne tenê yekîtiya gelên kurd û tirk, yekîtiya hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn û dîsa yekîtiya gelên li Rojhilata Navîn dikare bê avakirin. Di warê ol, bawerî û mezheban de jî ev bingeha yekîtî û hevduqebulkirinê heye. Lê divê dewleta tirk berî her tiştî dest ji polîtîkaya înkarkirinê berde. Gotinên “hemwelatiyên Tirkiyeyê, birayên me yên kurd’’ û hwd êdî gelan têr nake, zarok jî bi van gotinan naxapin. Wê demê divê çi bê kirin ku gel û mirovahî bi dilrehetî piştgiriyê bidinê? Berî her tiştî divê di makeqanûnê de mafên kurdan ên bingehîn bên qebûlkirin. Fermiyeta van tiştan divê hebe. Divê bi rastî bêjin ku ‘kurd ne bidûvik in’, mirov in, xwedî mafên mirovî ne û ev mafên mirovî yên ku bi sedan salan ji destê wan hatine xepiskirin, bên dayîn. Ji derveyê van, zikê kurdan ji vir û derewan gelekî têr bûye.

Karê Ocalan parastina nirxên gelan e

Berî her tiştî divê bê zanîn ku wekî berê bi polîtîkaya înkarê ti tişt dê bi silametî nameşe û ev rêbaza înkarê dê tiştekî bi gelên Tirkiye û Kurdistanê nede qezenckirin. Bi salan e ku dewleta tirk bi çavkorî şerekî dide meşandin. Komarê bi polîtîkaya înkarê bi rê ve dibin. Vê polîtîkayê jî bi xwe re wêranî û karesat anî. Li dijî vê polîtîkaya înkarê, kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çi dibêje û kîjan rêyê didin ber gelan? Hevparî, xwişk û biratiya gelan nîşan didin. Komareke demokratîk, entegrasyoneke demokratîk nîşan didin. Li ser hîmê neteweke demokratîk, mafên hemû mirovan ên exlaqî û polîtîk bên parastin pêşniyar dikin. Ji bo vê 52 sal in ku Rêber Ocalan ked dide û dixwaze gelên li vê erdnîgariyê bi awayekî aştîxwaz bigihîne pêşerojeke azad.

Heke lihevhatina gelan çênebe

Niha li hemberî dewleta tirk rêyeke maqûl û bi parêzvaniya nirxên hemû mirovahiyê hatiye destnîşankirin heye. Rêber Ocalan jî, Tevgera Azadiyê ya ku bi rêbertiya xwe ve girêdayî jî û gelên aştîxwaz jî bi her awayî dixwazin piştgiriya vê rêya wekheviyê bikin. Di her warî de ji bo vê dixebitin, kedê didin û gavên dîrokî diavêjin. Sebreke mezin didin nîşandan, rîsk û xetereyên mezin digirin ser xwe. Ne ku bêhêz û lewaz in vê dikin, berovajiyê wê, ji hemû demê bihêztir in û gavên bi wêrekî diavêjin. Ya ku ji siya xwe ditirse, dest ji niheqiyê bernade, di polîtîkaya qirkirinê de israr dike, dewleta tirk û rantxurên wê bixwe ne.

Em hêvî dikin ku dest ji vê hişmendiya xwe ya gemar berdin. Di komareke demokratîk de bijîn ku dest ji înkar û tunekirina gelê kurd berdaye. Em hevî dikin ku bi awayekî demokratîk û wekhev bi hevdu re bijîn. Heke ev pêk neyê dê çi be? Wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye; “Dê şerekî bi qasî deh Gazzeyan rû bide.’’ Ev ne gef xwarin e, pêşdîtinên ku me ji dîrokê derxistine. Di serî de Îsraîl, hemû hêzên şerxwaz vê yekê dixwazin. Dixwazin şerê kurd û tirkan berdewam bike. Ev dê bi ti kesî nede qezenckirin, dê ev bibe “Serkeftina Pîrûsê.”