31 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Koma 175an nobeta Mexmûrê dewr girt

Nobeta ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Mexmûrê hatiye destpêkirin, di roja 895an de bi koma 175an didome.

Nobeta li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20ê Tirmeha 2023yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi kom 175 di roja 895an de bi biryardariyek xurt didome.

Merasîma dewrgirtina çalakiya nobetê li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûrê, bi deqeyek rêzgirtinê di kesayeya şehîdên Parîsê de ji bo hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 174an Emîn Mijînî axivî. Emîn Mijînî diyar kir ku ew wek wargeha Mexmûrê di çalakiyek pir bi wate de ne û wiha peyîvî: “Di her kes di vê çalakiyê de cihê xwe bigire. Ev encama şerê 50 salane ku îro dewleta Tirkiye çûye ber lingê Rêbertî. Rêbertî herî dawî Manîfestoya Civaka Demokratîk rêkir, divê her kes xwe li gorî vê manîfestoyê li ber çavan re derbaz bike. Wek gelê Kurd jî divê em xwe zane û rêxistin bikin da ku em bikaribin destê Rêbertî xurt bikin. Heta ku em Serokatî li meydana Amedê nebînin em dest ji çalakiyên xwe bernadin.”

Piştî daxuyaniyê, çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Rêber Apo, ‘Bê Serok jiyan nabe” dewrî koma 175an hate kirin.