12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Koln ji mîtînga azadiyê re amade ye

Amadekariyên mîtînga mezin ku wê îro bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Kolnê bê lidarxistin bi dawî bû. Kurdistanî û dostên kurdan dê îro li Qada Deutzerê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan bikin.

Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çarseriya siyasî” de dê di saetên pêş de li bajarê Koln ê Elmanyayê mîtîng û meşekî mezin were lidarxistin. Di çalakiya di 17’ê Sibatê de pêk hat, Kurdistanî û dostên li Kolnê bi girseyî daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin. Tevahiya salê di çarçoveya pêngavê de bi çalakiyên li seranserê cîhanê û Kurdistanê, Rêber Abdullah Ocalan di 23’ê Cotmehê de bi biraziyê xwe, Parlamenterê DEM Partî Omer Ocalan re hevdîtin kir. Rêber Abdullah Ocalan di vê hevdîtinê de gelê Kurd silav kir û destnîşan kir ku tecrîd hê jî dewam dike.

Kurdistanî û dostên dê îro dîsa li Kolnê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan bikin. Dê silava Rêber Abdullah Ocalan bê girtin û peyama, “Rêber Apo muxatabê pirsgirêka Kurd e” bê dayîn. Xebatên ku çend hefte ne li seranserê Ewropayê dewam dikin, bi dawî bûn. Kurdistanî û dostên wan ên ku bi derfetên xwe şevê din hatin bajêr, li otel û malên xizmên xwe bi cih bûne. Yên li bajar û welatên dûr jî ji bo siharê li Kolnê bin bi rê dikevin. Navên ku wê li mitîngê biaxive, hunermend û endamên komîteya amadekar jî amadekariyên xwe yên dawî dikin. Kedkarên çapemeniyê ku çalakiyê bişopînin jî ji bo amadekariyên xwe yên dawî bikin gihiştin bajêr.

Omer Ocalan jî dê beşdarî mîtîngê bibe

Komîteya amadekar li Deutzer-Werf ku wê çalakî lê bê lidarxistin, amadekariyên xwe yên dawî qedand. Tedbîrên pêwîst ên ji bo dikê û qada mîtîngê tên girtin.  Li gorî agahiyên ji komîteya amadekar hatine girtin, wê saet di  10:00’an de li Deutzer-Werf bicivin. Di saet 12:00’an de piştî meşa bi qasî 3 kîlometreyan li rêgeha Deutzer Werf-Pîra Severins- Am Leystapel-Deutzer Brucke, tê plankirin ku di saet 14:30’an de cardin bigihîjin Deutzer-Werfê.

Di mîtîngê de wê Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan biaxive.