Rojnamevanên Kurd ku li ser banga zêdetirî 70 xebatkarên medyayê yên ji welatên cuda ên Ewropayê li bajarê Aalstê yê Belçîkayê hatin ba hev, nîqaşa rêxistinekî ku wê ji serdama nû re bibe bersiv kirin û biryara avakirina Kolektifa Medyakarên Kurdistan li Ewropayê dan.
Civîna rojnemegerên Kurd du rojan berdewam kir. Di civînê de rewşa medyaya Kurd, pêvajoya siyasî ya heyî û rola medyaya Kurd hate nîqaşkirin. Bi taybetî hat pêşniyarkirin ku medyaya Kurd di serdema medya dijîtal de xwe li gorî şert û mercên nû saz bike û hate destnîşankirin ku pêwîstî bi rêxistinbûnên medyayê ya xurtir heye. Di civînê de hate diyarkirin ku rola medyayê ne tenê teşhîrkirin, di deman demê de veguhertin û avakirin e. Di civînê de îşaret bi tecrube û sazîbûnên jinan ku di qada medyaya Kurd de bidestxistine hate kirin.
Di dema nîqaşan de rojnamevan Gulîstan Îke pêşniyar kir ku ji bo belavkirina tecrubeyên Kurdan akademiyekî medyayê ya online were avakirin. Gulîtan Îke di heman demê de destnîşan kir ku ji bo mayîndekirina tecrubeyên çapemeniya Kurd girîngî bi veguherandina belgeyê nivîskî heye û got, “Divê em ji rewşa ku xwe dubare dikin derkevin. Medya ji civakê dûr ketiye, ev pirsgirêkekî cidî ye. Hesasiyetên li hemberî pirsgirêkên civakî lewaz bûn. Medya li gel teşhîrkirinê divê rola xwe di avakirina civakî û guhertina zîhniyetê de bilîze.”
Her wiha di civînê de bi taybetî weşanên zayendperest a saziyekî medyayê ya Başûrê Kurdistanê ku teşwîqî pir hevserî dike, hate rexnekirin.
Kolektifa Medyakarên Kurdistan li Ewropayê
Di roja dawî a civînê de nêrîn û pêşniyarên ji bo divê rêxistinbûneke çawa were avakirin, hat gritin. Di nîqaşên roja duyemîn de ku zêdetirî 40 xebatkarên medyayê tevlî bûn, awayên rêxistinbûnê yên weke “Komale”, “Tor”, “Federasyon”, “Kolektîf”, “Yekîtî” û “Însîyatîf” hatin nirxandin û hat nîqaşkirin bê ka navend li ku derê be. Hate destnîşankirin ku avaniya were avakirin divê têkiliya xwe bi rêxistinên çapemeniyê ya navneteweyî re pêş bixe. Bi nêrînên hevpar biryar hate girtin ku ev avanî di statuya komelelyê de be û navenda vê jî bibe Burksel. Di nava navên hatin pêşniyarkirin de (Kolektifa Medyakarên Kurdistan li Ewropayê) bi piraniya dengan hat qebûlkirin. Navê komaleyê bi Kurdî hat tomarkirin.
Ji bo di statuya komaleyê de xebatê kolektîf were meşandin, komîteyekî ku ji 11 kesan pêk tê hat pêşniyarkirin û di encama dengdanê de hat qebûlkirin. Lê 9 kesên ku ji 4 jin û 5 mêran pêk tê ku ji bo komîteyê hatin diyarkirin, piştre hatin erkdarkirin ku di nava xwe de 2 kesên din jî tevlî komîteyê bikin. Komîteya ku hat avakirin ji bo organîzekirina konferansekî mezin a ji bo avakirina komaleyê û ragihandina wê hatin erkdarkirin.
Danezan civînê
Danezana civînê ya di encama nîqaş û pêşniyaran de wiha ye; “Kurd bi salan in ji bo azadiya xwe têdikoşin. Di vê têkoşînê de bêguman bandorekî mezin a medyaya Kurd çêbûye. Kurd ji bo avakirina rojnemaya Kurdistanê heta niha, di têkoşîn û xebata qada medyayê de hem berdêlên giran dane û hem jî destkeftiyên mezin bidest xistine. Îro li seranserê cîhamê bi dehan kanalên televîzyonê yên Kurd, bi sedan rojnname û kovar hene. Di heman demê de li gorî serdema me, Kurd û Kurdistanî cihê xwe di torên medyaya dijîtal de girtine. Li gel van geşedanan hin rêxistinên me yên medyayê li çar parçeyên Kurdistanê xebatên xwe didomînin. Di vê wateyê de salên borî ji bo rêxistinbûna li derveyî welat bi taybetî li Ewropayê hin xebat hatine kirin. Lê mixabin ev kêmaniya li Ewropayê heta îro nehatiye derbaskirin.
Hem ji bo pirsgirêkên rêxistinbûnê û hem jî pirsgirêkên taybet ên xebatkarên medyaya Kurdistanê, nûnerên rêxistin û saziyên medyaya Kurdistanê di 19 û 20ê Nîsanê de li bajarê Aalstê yê Belçîkayê li hev civiyan.
Di vê konferansê de rewşa heyî ya Kurd û erdnîgariya Kurdistanê, medya û rojnamevaniya Kurd bi awayekî berfireh hate nîqaşkirin. Gelek rexne û pêşniyarên girîng hatin kirin. Di encamê de hemû beşdaran bi nêrîna hevpar biryar dan ku divê rojnamevanên Kurdistanê di çarçoveta rêxistinbûneke azad de werin ba hev û ev rêxistin rol û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.
Di vê çarçoveyê de di civîna 19 û 20ê Nîsanê de ev biryar û pêşniyar hatin girtin:
–Biryar hat girtin ku ji bo rêxistinbûnê komaleyekî qanûnî were avakirin; wê navenda komeleyê bibe Bruksel û endam ji hemû welatên Ewropayê werin qebûlkirin.
– Navê komaleyê bi piraniya dengan weke “Kolektifa Medyakarên Kurdistan li Ewropayê” hat hilbijartin.
– Biryar hat girtin ku komîteyekî ku ji 11 kesan pêk tê ji bo rêvebirina karên komaleyê were avakirin.
-Ev kesana ji bo rêveberiya komîteyê hatin hilbijartin; Amed Dîcle, Gulistan Çiya Îke, Hîdayet Îbrahîm, Diyar Ezîz Şerîf, Ronî Eylem, Niyaz Abdullah, Rojda Delal, Mahîr Uzmez, Maxîme Demîralp.
-Komîteya hatî hilbijartin xwedî însiyatîf e û dikarin 2 kesên din jî beşdarî lijneya rêveberiyê bikin.
-Komîteya Rêveberiyê heta konferansa damezrandinê ku herî dereng wê di payîza 2025an de were kirin, xwedî însiyatîf e ku li gorî nîqaş û biryarên Konferansa Aalstê karan bi rêve bibin.