Dema dîmenê refên kolberan di TV’yê de derdikevin û dev ji rakirina bar berdidin çawa mîna şilêran, weke moriyan hildikişin, dema mirov temaşe dike di şûna wan de kelecanî dibe, ‘ha ketin ha dikevin’ bi tirs û xof dibe. Bi tirs, xof û kelecanê re wijdana mirov jî dilerize. Carnan di nava wan de jin jî dixuyên. Dema kamera diçe ser wan rûyên xwe ji kamereyan vedişêrin û ji wê derê dûr dikevin. Her çiqasî dixwestin bi lez û bez ji wê dûr bikevin jî qameravan ji paşde wan dikişand.
Xuyabû, ji karê xwe şerm dikirin û nedixwestin ku tu kes wan nas bike. Karekî mirov jê şerm bike; diferqê de be, mecbûrî nebe qet tenezil nake bike? Ji ber şerm taybetmendiyeke mirove, karekî mirov jê şerm bike mirov nake. Lê eger rexmê şermê jî mirov bi wî karî rabe, wê demê li holê mecbûriyeteke pir cidî heye. Xuyabû, jinên navser, temen mezin û xwedî ezmûn bûn. Gelo van jinan ji bona çend qirûş pere bidest bixin hêjayê ketina rêya mirinê bûn? Bêguman nehêja ye, lê mecbûriyet her tiştî bi mirov dide kirin. Îca dema mecbûriyeteke weke pêdiviyên der barê jiyênê de hebin, peydakirina pariyeke nan, cihekî lê mayînê hebe ji hestên xeteriyê bêtir, hestên jiyan û jiyînê derdixe pêş. Di vir de pirsgirêk ne tercîheke, weke her zindiyekî daxwaza jiyanê ye.
Şermîbûyîn taybetmendiyeke xwezayî, exlaqî û terbiya pîvanên civakî ne. Mirov dema ji pîvanên civakê derdikeve şerm dike. Ji ber ku kolberbûyîn ne tercîhek civakî ye, neçarmayîn e. Ev rewş hem gel ji hilberînê dûr dixe û hem jî koleyên aboriyê diafirîne.
Erdnîgariyeke weke çiyayên Zagrosan ku dergûşa mirovahiyê bi destê jinê hatiye nasîn, tovê jiyanê li ser vê xakê hatiye reşandin, av û avdanî bi aqilê jinê hatiye vedîtin û hunera jiyana exlaqî û polîtîk bi aboriya jinê hatiye hûnandin. Îro jî heman têkilî di dinavbera mirov û xwezayê de hevsengî û afirînerî derbasdare. Lê zîhniyeta pergala Kapîtalîzm dixwaze mirovên têkiliyên wan bi xwezayê re bi hevsengî, afinerî û berhemdarî jihev qut û biyanî bike.
Lê îro çawa bûye ku mirovan dev ji çand û çandiniyê berdane, bi dû rêya xeterî, girtin û kuştinê ketine? Ji ber êdî av û ax ne aîdê wan e, têkiliyên wan ji çand û çandiniyê qut kirine. Dewletê av û axa wan dagirkiriye û bi pirsgirêkên aboriyê re kirine kolber. Ev şerm rastiya heqîqeta pergala dewletên mijokdar e, mêtingehan tevahî ku aboriya civakê desteserkirine û gel bi birçîbûnê re rû bi rû hiştine jî ya rastî ew e ku nebûne kolber, dewlê wan kiriye kolber.
Dewlet vêya çawa pêş dixe? Sînor difiroşe sipahan, rê vedike, sipah mal dikirin, ji kolbera re dibêjin “bînin ez ê ewqasî heqdesta we bidim”, kolber tînin, datînin cihê wan. Helbûkî cihê wan diyar e, dewlet dikare êrîş bike, wan bi malê wan ve bigre. Lê piştî wê derê bes dibîne, êrîşî kolbera dike, digirin, dikujin, birîndar dikin û dest datînin ser malên wan. Ji bo ku bi hinekan re, li dereke din sînor vebike wiha dike. Li vê derê yên zirarê dibînin kolber bi xwe ne.
Îca ka em binêrin bê li vê derê sûdwergirtina dewletê çi ye? Hem gel ji mal û gundê, çand û çandiniyê qut dike, hem ji sipahan re sînor vedik û bertîlê digre û hem jî gel bi vî awayî bi xizantiyê bêbandor dike. Ev jî parçeyek ji siyaseta qirkirina aborî ye. Ji ber dizanin ku mirovek bi dû pariyek nan bikeve, êdî dê nikaribe bi dû lêgerînên cûda bikeve û rastiya dewletê bibîne.
Wekî di vir de jî tê fêmkirin ku armanca rejîma Îranê bi felçkirina aborî, qirkirina mirovî, çandî û siyasî hedef girtine. Lê mirov li dijî vê çiqasî li axa xwe, çand û çandiniya xwe xwedî derbikeve, em ê ewqasî ji alyê jiyana serbixwe û lêgerînên azadiyê pêk bînin û polîtîkaya qirkirina dijmin vala derînin. Di şûna kolbertiyê de aboriyeke serbixwe wê me di jiyanê de serkeftî bike.