Di Heyama Navîn de Tirûdên Împaratoran hebûn. Vana, ji aliyê rewatiyê de ne di nava mûcîdiya qesran de ne jî di nava gelan de xwedî bingehekê nebûn. Ked, wêje û zargotina gelan bi tevgerên pêkenok difirotin împaratoran û wisa xwe didan jiyîn. Ji ber van taybetiyên xwe, di kesayetiya van Tirûdan de împarator û qesran gelan hilnedidan ber çavan û bi rêya bacên feodalan û şeran sedem bûn ku jiyanê bi serê gelan de bînin xwarê, wêran bikin. Piranî jî ev kevneşopeke Rojhilata Navîn bû. Ji ber ku rewatiyeke van Tirûdan tune bû, bi kêmasiyekê re dikarîbûn ji qesrê bihatana avêtin. Lewma Tirûd heta ku ji dest bihatana şorek bûn. Bes herî zêde jî ewan bizarî împarator û qesran dikirin. Ew tu carî nedibûn desthilatdarên rewa. Lê ji ber taybetiyên xwe di nava gelan de jî cihekî wan tune bû. Lewma xwe gelek bêewle hîs dikirin. Bi taybet di demên girîng û zehmet de xwe pir erzan difirotin împaratoran ku di nava qesran de bikarîbin jiyana xwe bidomînin.
Çendên walî 80yemîn civîna Neteweyên Yekbûyî hebû. Ev civîn ji ber ku 80yemîn bû û dîsa di berbanga Şerê Cihanê yê Sêyemîn de dihat lidarxistin, xwedî girîngî bû. Bi destpêkirin û domdariya civînê re him rûyê qirêj ê pergalê xwe da der him jî netewdewletên ku rista Tirûdên ne rewa yên Heyama Navîn dileyîzin vekirî derket holê. Di vir de tişta balkêş ew bû ku Colaniyê ku serokê ew Rêxistina (El Kaîde) ku di dema xwe de her du avahiyên li New Yorkê bi balafiran anîbû xarê yê niha ye, bi awayekî fermî piştî demekê li heman bajarî ji aliyê serokê DYAyê ve dihat pêşwazîkirin.
Ev jî ji Netewdewletên Tirûd wêdetir, Tirûdbûna desthilatdariyê bi awayekî vekirî radixist ber çavan. Lê di van civînan de nêzîkatiyeke taybet a qaşo împaratorê hemdem Trump hebû; di nav an jî berbanga şer de împaratorbûna xwe bi taybet bi netewdewletên Tirûd dida hîskirin û pejirandin. Di rêyên New Yorkê de dayîna sekinandin a maşîne û konvoyên van netewdewletan hîna zêde xwedî peyameke mûcîd bû. Ev, peyama hûn ê mezinbûn û pêşengiya min bipejirînin bû. Hûn ê li dijî polîtîkayên min derneyên bû. Lê di civînan de nêzîkatiyên wî yên li hemberî hin serokên netewdewletan ji kesayetiya Trump wêdetir peyam û xisletê pergala desthilatdar bû. Bi taybet li ser Xezaya ku îro di pêşveçûna şer û dîplomasiyê de xwedî rista herî girîng û mifyeyî ye ev peyam û hişyarî bi awayên balkêş ên Trump û kodên desthilatdariyê hatin dayîn.
Dewletên wekî Tirkiye ku ji bo di vê dema girîng de rewatiya xwe bidin pejirandin (li aliyekî jî Devlet Bahçelî ji bo li ser DYAyê zextên ava bike, qala tifaqa Rûsya, Çîn û Tirkiyeyê dikir) tavîzên giran ku dan jî bi têrê nekir. Nêzîkatiya Trump a li Qesra Spî li hemberî rayedarên tirk rûyê balkêş ê pergalê radixist ber çavan. Bi taybet ji aliyê Wezîrê Derve yê DYAyê ve daxuyaniya li hemberî Tirkiyeyê, di vî şerê kişikî de dê di demên pêş de kevirên kişika şer li ku werin rakirin û danîn hinekê ramanan radixe ber çavan. Gelek netewdewletên ku di wê civînî de di kesayetiya Xezayê de li hemberî Îsraîlê nerazîbûn dianîn ziman, di rastiyê de derdê wan Xeza nebû û nîn e. Van netewdewletan hima bi giranî jî xwedî pirsgirêk in. Ne di qesra împaratoriya hemdem de (Qesra Spî) rewatiya wan heye ne jî di nava gelên xwe de. Piranî di serê sedsala 20an de bi rastkêşên Fransa û Brîtanyayê ava bûne.
Rêgezên Wîlson jî heta îro bûn rûpoşa mayîna wan. Van netewdewletan ev sed sal in li dijî gelên xwe xulamiya pergala navendî dikin. Bi van berdêlan pirên wan wekî malbat, kast, partî û hwd. bi salan, bi dehan sal li ser desthilatdariyê man. Provaya Xezayê bi awayekî provaya temambûna temenê vana ye. Terikandina salona Neteweyên Yekbûyî jî di navê de giraniya bertekên li hemberî Xezayê di rastiyê de velîska li hemberî axiriya xwe ye ku tînin ziman. Lê Trump bi qasî Tirûdên qesrên Heyama Navîn jî giranî û girîngî neda vana. Îspanya, Îran, Tirkiye, welatên Afrîkayê, welatên ereban û yên din. Vana sed sal in ji bo berjewendiyên kastî, malbatî, dînî-bîrdozî, partî û hwd. xwe didin jiyîn û bi gelê xwe re dildarî û piştevanî nehîştine. Welatên demokratîk ên ku ji destwerdanan re derî bigrin ava nekirin.
Di vê sed salî de jiyaneke şatefatî ya ku ji çîrokên hezarşevî yên Heyama Navîn jî wêdetir bi xwe, malbat, derdor, partî û hwd. dan jiyîn. Xeza peyama bidawîbûna vê ye. Helbet zilma li ser gelê Xezayê ji van lîstokan der mijara şermezariyê ye. Lê Xeza provaya vana dixuyê. Bikarîbin nikarîbin ew mijareke din e. Lê bertekên vana yên li hemberî şer û dorgirtina li Xezayê derew e. Ew ji bo xwe wisa bertekan nîşan didin û Xezayê jî dikin hincet. Sedema ku Trump û berdevkê wî yê şer Netanyahû bi qasî Tirûdên Heyama Navîn jî vana hilneda ber çavan jî ev e. Tirûdên ber derê qesrê ji qesrê re çi bêjin jî girîngî û giraniya wê nîn e.