12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Koçyîgît: Qeyûm înkara gelê kurd e

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigît, li Meclisê civîna çapemeniyê pêk anî û got: "Qeyûm înkara gelê kurd e. Bi qeyûman dibêjin hûn ne welatî ne, mafê we yê bijartin û hilbijartinê tune ye. Înkara gelê kurd e." 

Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclisê têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê daxuyanî da.

Koçyîgît der barê tayînkirina qeyûman û hewldanên dawî de nirxandin kir û wiha got: “Îro 4’ê Mijdarê ye û dîsa em bi bêhiqûqiyekê hişyar bûn. Dîsa di 4’ê mijdara 2016’an de li dijî HDP’ê operasyona siyasî pêk hatibû. Qirkirina siyasî pêk hatibû. Di vê operasyonê de Hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selehattîn Demîrtaş jî di navde gelek wekîl hatibûn binçavkirin û girtin. Di 8’emîn qirkirina vê operasyona siyasî de îro dîsa em bi tayînkirina qeyûman hişyar bûn. Tirkiye dîsa bi darbeyekê çavê xwe vekir. Ji ber vê yekê di 4’ê mijdarê de tayînkirina qeyûmê ne tesadufî ye. Serê sibê qeyûm tayînî şaredariya Mêrdîn, Êlih û Xafetiyê kir.”

Berê kilif amade dike û piştre mînareyê didizin

Gulistan Kiliç Koçyigît, anî ziman ku wezîrê karê hundir wekî her carê berê mînarê didizin û piştre kilif amade dikin û wiha axivî: “Wezîrê Karê Hundir dibêje ji ber lêpirsîn û cezayên şaredaran qeyûm tayîn kirine. Em dibînin di encama darazên ku bi fermanê tev digerin bêhiqûqiyê dikin. Çi dikin, berê kilif amade dikin û piştre mînarê dirizin. Em dipirsin, esas û armanca darbeya li dijî vîna gel çiye? Li vî welatî mafê gelê kurd ê esasî yê bijartin û hilbijartinê nayê qebûl kirin. Gelê kurd wekî welatî nayê dîtin. Naxwazin gelê kurd xwe bi xwe bi rêve bibe. Dibêje ‘Tu nikare bibe şaredar. Tu ne gel e. Tu ne welatî ye.’ Bi tayînkirina qeyûman vê peyamê dide.”

AKP/MHP desthilata darbekar e

Kiliç Koçyigît, helwesta AKP’ê ya berê jî anî bira wan û got: “Desthilata AKP’ê berê digot ‘Em li dijî darbeyan in. Em mexdûrê darbeyê ne. Lê îro AKP/MHP bi xwe darbeyan pêk tîne. Darbeyê li vîna gel û demokrosiyê dixe. Destûra Bingehîn binpê dike. Van darbeyan bi rêbaza kumpasê dike. Îro Daraz, palîs û siyaset ji bo kûmpasê bike bûne hevkarên hev. Sêgoşeya Kumpasa qeyûm ava kirine. Tirkiye îro bi aqilê Sûsûrlikê re rû bi rû ne. Qeyûm îro tenê bi 3 şaredariyan ne bi sînor e. Heta niha qeyûm tayînî 149 şaredariyên me kirine. Cara sêyemîn qeyûm tayînî Mêrdîn, Êlihê dikin. Desthilata ku wekî rêbazê qeyûm hildibijêre, her carê têk diçe û bi ser nakeve. Hevşaredarê me yê Mêrdînê ji sedî 54 hat hilbijartin. Hevşaredara me ya Êlihê ji sedî 64’an deng bi dest xist û serkeftin bi dest xist. Ji ber vê yekê bêzar in. Li dijî demokrasiyê bêzar in. Em vê yekê aşkere û zelal dibinin. Demek dirêj li dijî gelê kurd polîtîkayên îstîsnayê pêk tînin. Sed sal in kurdan bi hiqûqa îstîsnayê bi rêve dibin. Li dijî kurdan rêveberiya OHAL’ê heye. Kurdan bi hiqûqa îstîsnayê bi rêve dibin. Dixwazin hiqûqa îstîsnayê berdewam bikin. Em îro dibînin ku ev hiqûq tenê bi kurdan bi sînor nemaye. Li hemû tirkiyeyê belav bûye. Em vê yekê bi tayînkirina qeyûm a Esenyûrtê dibinin.”

Qeyûm li dijî demokrasiyê pêk hatiye

Koçyîgît, xwest her kes li diji qeyûm derkeve û wiha dirêj kir: “Eger li Mêrdînê jî bê tayînkirin u li Esenyûrtê jî bê tayînkirin divê her kes li diji vê yekê derkeve. Ev li dijî demokrasiyê pêk hatiye. Divê her kes li dijî vê yekê derkeve. Bi van qeyûman dixwazin pêşiya heviya gelan bişkine û pêşketina demokrasiyê û jiyana hevpar a gelan bişkîne. Em vê yekê dibinin. Dîsa ji ber şeraderiyên me bi paradîgmaya azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk xwe bi rêve dibe dikin hedef. Çima ji ber ku AKP li hemû şaredariyan rant ji bo xwe kiriye arman û felsefe. Ji ber di 31’ê Adarê de kaniyên talan û rantê hatin qutkirin dixwazin dîsa qeyûman tayîn bikin. Yek ji sedema tayînkirina qeyûm a Esenyûrtê çavkaniyên rantê ye. Ji bo çavkaniyên şaredariyê bi dest bixin qeyûm tayîn dikin. Tayînkirina qeyûm tane çavkaniyên gel qut nakin. Di heman demê de zilan, çand û vîna gel jî tune dike. Ji ber vê yekê qeyûm di heman demê de politikaya înkar û redkirina gelê kurd e.”

Êrîşî tiqafa gelê kurd û tirk dikin

Gulistan Kiliç Koçyigît, di berdewama  axaftina xwe de destnîşan kir ku ew li dijî hemû polîtîkayan li ber xwe didini û wiha berdewam kir. “Eger îro ne em bûna, niha AKP demek berê her tişt xistibûya kontrola xwe. Îro ji ber em li dijî wan derdikevin, AKP nikare rejîma xwe ava bike û nikar daxwazên xwe têxe meriyetê. Ji ber vê yekê qeyûman tayîn dikin. Me aşkere got  ‘Eger îro qeyûm tayînî Şaredariyên Mêrdîn, Wan û Colemêrgê bike, sibê bi hêsanî dikarin qeyûm tayînî şaredariyên Îzmir, Mêrsîn û yên din bikin. Îro dîrok me piştrast dike. Îro divê li her derê em bên cem hev u bi hevre demokrasiyê biparêzin. Li vir mijar ne hiquq e. Mijar siyasî ye. Mijar tifaqa gelê kurd û tirk e. Êrîşî tifaqa gelê kurd û tirk dike. Mijar naxwazin cihekî wekî Esenyûrtê ku heri zêde kurd lê dijîn u herî zêde xwedi çavkaniyên debarê ye desteser bikin. Îro feraseta ku desthilatiya  gelan esas nagire desthilat e.”

Em li dijî zilmê bibin yek

Koçyîgît, da zanîn ku Wekî DEM Partiyê wekî duh îro û sibê jî em disa li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin û got: “Îro em û gelê xwe li bern xwe didin. Ez li vir careke din bang dikim. Îro roja em bi hevre li her qadê li ber xwe bidin. Em ligel partiyên siyasî, rêxistinên jinan, rêxistinên hiqûqê û hemû kesên aliyên heq, hiqûq û mafan divê bibin yek û li dijî zilmê em bibin yek û bi hevre li ber xwe bidnin. Îro em li dijî vê zilme li ber xwe nedin, dê sibê pêşeroja tirkiyeyê tarî be. Divê em li dijî vê zilmê bibin yek. Em nebin yek dê Tirkiye têkeve kaosek mezin û li ser navê demokrasiyê tiştek nabîne.”

Kiliç Koçyigît, anî ziman ku desthilat çareseriyê naxwaze û wiha pêde çû: “Îro bi van kiryarên qeyûm me careke din dît ku ev desthilat çareseriyê, demokrasiyê naxwaze. Desthilat xwe ji şer û kaosê xwe xwedi dike. Gelê Tirkiyeyê aştiyê dixwaze. Gelê kurd aştiyê dixwaze. Hemû gelê Tirkiyeyê bi çar çavan li benda aştî û demokrasiyê ye. Lê îro me dît ku desthilat bi qeyûm darbeyekê dixwaze li hewldanên aştî û demokrasiyê bixe.”

Koçyîgît, herî dawî bang li hemû beşên civakê kir û wiha got: “Ez bang li dijî darbeyan, bang li nivîskar, rewşenbir, partiyên siyasî nûnerên saziyên civakî û demokratîk û hemû kesên aştî û demokrasiyê dixwazin dikin. Werin em li dijî darbeyan û bêhiquqiyê bibin yek. Em bi hevre têbikoşin. Emê li her derê bi gelê xwe re bi hevre bin. Em ê ji bo Esenyûrt, Colemêrg, Mêrdîn, Êlih û Xalfetiyê têbikoşin.”