12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kobay

Aram Bekîr

Binêrin çawa li ser mişkekê, berazekê, meymûnekê, kûçikekê, pisîkekê derman tên ceribandin, li ser kurdan jî heman tişt tên ceribandin. Wezîrê tenduristiyê bi xwe mukir hat.

Pêvajo pir dagirtiye. Gelek mijar hene ku mirov li ser binivîsîne. Lê çend roj berê mikurhatinên profesorekî ket ajansan. Ev profesor dibêje “Di dema koronayê de gelê Amedê wek ‘kobay’ hatiye bikaranîn”. Helbet dema ku dibêje gelê Amedê, di eslê xwe de di şexsê Amediyan de gelê kurd wek kobay hatiye bikaranîn. Ev tiştek pir cidiye. Lazim bû di serî de Amed seranserî bakurê Kurdistanê, metropol, Ewropa, parçeyên din ên Kurdistanê û her devera kurd lê dijîn, bertekek pir mezin raber kiribana. Pêwîst bû bertekek welê derketiba ku dijmin neçar maba hesaba vê daba û bi wê re jî sînordar nemaba ku wezîrê tendûristiyê, wezîrê karên hundir jî di nav de der barê her kesî/ê de lêpirsîn vekiriba û lêborîna xwe ji gelê kurd xwestiba. Lê eger Amed jî di nav de hîna bertekek wiha derneketibe holê, heta hîna nû dikeve rojeva Kurdistan û Tirkiye, lazim e di serî de jî beşek çapemeniya azad, siyaseta demokratîk li xwe vegere. Birastî jî ev rewşek pir tirsnake. Jixwe mikurhatinên profesor pir tirsnakin, lê rewşa beşek çapemenî û siyaseta demokratîk jî ji vêya tirsnaktir in. Yanê eger li gel mikurhatinan jî hîna çapemeniya azad û siyaseta demokratîk vêya wek ‘îdîa’ digirin dest, ev pir xetereye. Helbet hinek tişt hene ku hetanî neyê piştrastkirin  divê wekî rastiyekê neyên destgirtin. Lê xwediyê mikurhatinan wekî ku di nava meseleyê de be jixwe pir bawer diaxive. Ev jî nîşan dide ku ne îdîa ne. Heta hemû hûrgiliyan dide. Mirov dema di nava tiştekî de be yan jî bibe şahidê tiştekî dikare hûrgiliyan bide. Berevajiya wê ne pêkan e. Her wekî din dewleta tirk a faşîst cara ewilî kurdan wek kobay bikar nayne. Heta dest ji vê jî berdin, cihê ku dijmin dermanên xwe yên dema wan bihûrî îmha bike, wan jî li ser kurdan bikar tîne. Em ji bo vê pir dûr neçîn; hema di destpêka vê sedsalê de yanê di salên 2000-2001’an de bi deh hezaran derziyên ku dema wan bihûrîn, li ser kurdan hatin bikaranîn. Wê demê jî MHP şirîkê desthilatdariyê bû û wezîrê tendûristiyê jî kesek binavê Osman Durmuş bû. Dibe ku bi hezaran mînakên wiha hebin. Lê ji ber ku ji aliyê çapemeniya azad û siyaseta  demokratîk ve hîna wek îdîayekê tê destgirtin. Lewre nû dikeve rojevê. Jixwe eger em di vê de piştrast nebîn û nexînîn rojeva xwe û nekevîn nava liv û lebatê, em ne di xema ti kesî/ê de ne. Binêrin çend roj borîn lê hîna neketiye rojeva CHP’ê û rojeva hêzên demokratîk, azadîxwaz. Wekî ku tiştek wiha nehatibe gotin an jî nehatibe jiyîn. Her kes xwe ker, kor û lal datîne. Ev çavkaniya xwe ji çi digire? Helbet ji me digire. Dema ku em di vê rewşê de bin, wê hêzên derveyî me jî di heman rewşê de bin. Her hal ji ber wan mikurhatinan, dijmin hema bilez û bez herêm şewitand û panzdeh mirovan jiyana xwe ji dest dan. Wek herêma karesatê îlan kir. Cara ewiliye ku dijmin herêmek karesat rûdayî bi vî awayî îlan dike. Çima? Ji bo ku li ser mijarê bigire… Ji ber birastî jî sûcek pir mezin e, ji ber heqaretek pir mezin e. Eger ev mikurhatin li devereke din a cîhanê çêbiba wê li wê derê qiyamet rabiba. Eger gotin di cih de be wê kevir li ser kevir nemabûna. Lê bêdengiyeke pir mezin heye.

Binêrin çawa li ser mişkekê, berazekê, meymûnekê, kûçikekê, pisîkekê derman tên ceribandin, li ser kurdan jî heman tişt tên ceribandin. Yanê ji bo wan ferqa kurdekî û mişkekî tuneye. Yan jî ji bo wan ferqa sewalekî û kurdekî tineye. Her du jî di heman astê de tên destgirtin. Helbet hetanî niha derveyî heywanan li ser mirovan jî derman hatine ceribandin. Lê li ser giştî neteweyekê derman nehatine bikaranîn. Cara ewilî dewleta tirk a faşîst li ser neteweyekê derman diceribîne. Her wekî din dema ku deverên din ên cîhanê li ser kesan derman jî tên ceribandin, destpêkê destûra wan tê standin. Yanê bêyî agahiya wan derman li ser wan nayê ceribandin. Hindik be jî li hember kesan rêz û hûrmetek heye. Lê ji ber dijminê namerd me ne wek mirov dibîne û ne jî wek netewe dibîne, lewre bêyî ku ji me bipirse, destûra me bigire, hinek rêz û hûrmet nîşanî me bide; her tiştî diceribîne û dermanên ku dema wan jî derbasbûyî bikar tîne. Niha li gel wan mikurhatinan jî, wê hîna hin derdorên xayin-xwefiroş bêjin ku dewleta tirk a faşîst ne dijminê kurdan e, berevajî dostê kurdan e? Wê hîna bêjin ku pirsirgirêka dewletê bi PKK’ê re heye?

Binêrin di dema koronayê de jî her kesî/ê destê alîkariyê dirêjî hevdu dikir. Heta dewletan jî alîkarî didan hevdu. Ji bo ku bi hev re ji vê nexweşiyê rizgar bibin. Yanê her kesî/ê rizgariya xwe di yekî/ê din de didît. Ji ber wê jî destê alîkariyê dirêjî hevdu dikirin.  Ya rast jî ev bû, ya exlaqî ya mirovane jî ev bû. Lê dijminê namerd binêrin; ji bo xwe korona jî, wek fersendekê bikar aniye. Yanê ji bo plana xwe ya tinekirina kurdan bibe serî, ji vê nexweşiyê jî sûdwergirtiye û hetanî ku dijmin têk neçe em ê pir rastî pêkanînên wiha dermirovî, derexlaqî û namerdane bên.

Di eslê xwe de ev mikurhatin fersendeke. Her kes vê xetereyê nade li ber çavên xwe. Dibe ku hinek bêjin dem derbas bûye. Lê belê ev dikeve kategoriya sûc. Hem jî sûcê mirovahiyê. Lewre dema sûcê mirovahiyê tineye.