26 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Kobanê wê timî sembola berxwedanê be’

Gaziya şer Şîlan Kobanê bi boneya salvegera Komkujiya Kobanê got: “Wê Kobanê tim sembola berxwedanê be. Weke gaziyên şer em ê jî bi hemû hêza xwe ji bo parastina ax, gel û rûmeta mirovatiyê, di vê pêvajoya nû ya Rêber Apo daye destpêkirin de di refên herî pêş ên têkoşînê de cihê xwe bigirin.”

Bi wesîleya 10emîn salvegera komkujiya Kobanê ya ku di 25ê hezîrana 2015an de endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîlan Kobanê nêrînên xwe anî ziman.

Şîlan Kobanê diyar kir ku ew di şexsê heval Mazlûm û Salih de tevahî şehîdên komkujiya Kobanê bi bîr tîne û wiha got: “Çeteyên DAIŞê di 25ê hezîranê de nîvê şevê êrîşî gundên Kobanê û navenda bajêr dikin û li ser zarok, jin, dayik, bav û extiyaran dest bi komkujiyê dikin. Şervanên YPG û YPJê li dijî vê komkujiyê ketin parastina gel. Çeteyan li dijî vê mudaxeleyê xwestin gel weke mertal bi kar bînin. Lê gelê me yê Kobanê yê ku tu carî serî li hemberî dagirkeriyê netewandiye, li kêleka şervanên xwe yên azadiyê cih girtin. Şervanan bi lehengiyeke bêhempa ew tevahî çete kuştin û rê li ber komkujiyên mezintir girtin.”

Şervanê YPGê Salih û Mazlûm ku xizmên gaziya şer Şîlan Kobanê ne, di vê êrîşa çeteyan de heta dawiyê li ber xwe didin û şehîd dibin. Şîlan Kobanê bi van gotinan behsa her du berxwedêran dike: “Di şexsê heval Salih û heval Mazlûm de ez tevahî şehîdan bi bîr tînim. Hevalê Salih yek ji şervanê YPGê bû. Di tevahiya şerê rizgarkirina Kobanê de cih girtibû. Heval Salih li şûna keleşê çeka bîksî bi kar dianî. Hevalekî xwedî karaktereke mînak, dilsozê Rêber Apo û hevalê xwe bû. Hevalê Salih li hember êrîşa 25ê hezîrana 2015an a çeteyên DAIŞê heta kêliya xwe ya dawî berxwedaneke mezin nîşan da û tev li karwanê nemiran bû. Mazlûm jî di mala xwe de li hember çetayan berxwedan meşand. Du çete li ber deriyê hewşa mala xwe kuştin. Hevalê Mazlûm jî heta guleya xwe ya dawî li ber xwe da û şehîd bû.”

Gaziya şer Şîlan Kobanê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çeteyên DAIŞê yên di şerê Kobanê de rastî têkçûneke mezin hatin, ji bo tola xwe rakin ev êrîşa nemerd pêk anîn. Lê ew çete û alîgirên wan careke din têk çûn.  Şervanên YPG-YPJê yên xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo gurçûpêç kirine, li ser esasê soza dabûn gelê xwe, ev êrîşa nemerd têk birin. Wê Kobanê bi gel, jin û şervanên xwe timî sembola berxwedanê be. Weke gaziyên şer em ê jî bi hemû hêza xwe ji bo parastina ax, gel û rûmeta mirovatiyê, di vê pêvajoya nû ya Rêber Apo daye destpêkirin de di refên herî pêş ên têkoşînê de cihê xwe bigirin.”