Bi hezaran şêniyên kantonên Firat û Minbicê ji bo şermezarkirina Komploya Navnetweyî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Kobanê hatin gel hev.
Şêniyan ku li Qada Jina Azad kom bûn bi hildana wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina komploya navneteweyî ber bi Qada Şehîd Egîd ve meşiyan.
Meş li Qada Şehîd Egîd veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtin, Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Minbicê Ezab El Ebûd axivî. Ezab got: “Tu kes nikare me ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan dûr bixe. Berxwedana li Rojava îsbat kir ku kompoya navneteweyî pûç bûye. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were ji me hemûyan tê xwestin ku têkoşînê mezin bikin.”
Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Mihemed Mihemed komploya navneteweyî şermezar kir û wiha got”Xwestin roja me tarî bikin. Îradeya me ya bi hêz an ku Rêber Abdullah Ocalan di nava çar dîwarên Îmraliyê ragirin. Lê Roja me civakan tarîtiyê xilas kir û ronahî nîşan da.”
Hevserokê Destseya Jîngehê ya Kantona Firatê Arif Balî diyar kir ku ew her kêlî bi Rêber Abdullah Ocalan re dijîn û bi wî re li ber xwe didin. Balî got”Divê dewletên komploger vê rastiyê bibînin ku ramanên Rêbertî sînor derbas kirine, cîhana azad roj bi roj vê ramanê nas dike. Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berhemên ramanên wî ne.”
Çalakî bi berzkirina dirûşma silavkirina berxwedana Ocalan bi dawî bû.