Rojhilata Navîn di rewşeke aloz de diçelqe. Serkêşê vê aloziyê Dewleta Tirk a piştgiriyeke diyar û mezin ji NATOyê distîne ye. Dewleta Tirk bi hêza ji NATOyê distîne gihiştiye asta herî mezin a dewletbûna xwe. Piştgiriya dîplomatîk, siyasî, leşkerî, aborî, baregehî û çeksazî ya distîne, Dewleta Tirk aniye radeyekê, ku derdora milyonek leşker, hema hema ewqase polîs, tîm, jîtem û cerdewan û derdora yek ji çarên hêzên leşkerî jî hêzên tarî yên çete birêxistin dike û bi rê ve dibe. Desteka Dewleta Tirk a dide komên çete yên ji giştiya cîhanê hatine berhevkirin ji aliyê dewletên endamên NATOyê, Îsraîlê, Amerîkayê û Rûsyayê ve pir baş û bi pelikandin tê zanîn. Koalîsyona navdewletî ji aliyekî ve bi kurdan re li hember van hêzên çete (di serî de DAIŞ) şer dike, ji aliyê din ve çav li kiryarên Tirkiyeyê yên alîkarî û piştgiriyê dide DAIŞê digire. Ev herçendî nakokiyek be jî, ji sedema berjewendiya van dewletan a bi Dewleta Tirk re, dîsa ji sedema hebûna dewleteke tirk a girêdayî NATOyê û ji sedema neyekbûn û parçeyîbûna kurdan, ev dewlet dengê xwe li hember tirkan û kiryarên wan ên qirêjî dernaxin. Herî dawî Dewleta Tirk bi rêya MITê ket Şamê. Bêguman ketina Dewleta Tirk a Şamê bi hêsanî pêk hat. Hêza HTŞê ya bi salan e li Idlibê dihat rawestandin, di rojekê de ji aliyê hêzên navdewletî û bi rêberiya MITa tirk fermana ‘Yallah’ stend. Jê re gotin, ‘Me rê li ber te vekiriye, tu dikarî heta Şamê bimeşî, em li pey te ne’ û ew jî ji kozika xwe derket û meşiya. Yanî fîşa Esad hat kişandin û jê re jî gotin, dengê xwe dermexe û biçe li ser dûva xwe rûne. Piştî gihîştina HTŞê ya ŞAMê jî niha ji Golanî re dibêjin, ‘Navê te bi hovitî û DAIŞê derketiye, ji bo tu heta demekê karibî li Şamê bimînî, hinekî xwe nermik diyar bike’. Ew jî li gorî vê tevdigere.
Tirkên dixwazin di vê guherîna li Sûriyeyê de gorekê ji kurdan re bikolin, bi her derfeta xwe êrîşî ser hebûna kurdan dikin. Bi taybetî xayîn Hakan Fîdan fermana tunekirina kurdan dide. Wek hinceta vê jî hebûna hêzên PKKê yên li Rojava nîşan didin. Lê kes ji wan napirse û nabêje: “Tirkno, ma gava we li Koçgirî, li Dêrsim, li Agirî, li Geliyê Zîlan, li hezaran deverên din bi sedhezaran kurd kuştin, serkêşên wan dardakirin, malên wan wêran kirin, agir berdan konên wan, zarokên wan ji zikê dayikên wan bi serê singoyên xwe derxistin û qir kirin gelo PKK hebû? Bi taybetî divê mirov vê pirsê ji kurdên me yên li başûr û rojavayê Kurdistanê dixwazin xwe cuda bikin, bi tirkan şêrîn bikin û li ber deriyê tirkan li bidestxistina gezek nan bigerin re bipirse. “Kurdo, tirk ne tenê neyarê PKKê ne, ew neyarê kurdbûnê ne. Avabûna Dewleta Tirk li ser tunebûna kurd hatiye damezirandin. Ji bo Dewleta Tirk li ser piyan be, ew qirkirin û tunekirina kurdan wek şertê bingehîn dibînin. Li gor felsefeya tirkitiyê, kurd tenê dikarin ji tirkan re xizmetê bikin, koletiyê bikin, wekî din li Tirkiyê tu mafekî wan tine ye. Ew xayînên ku dibêjin, ‘Li Tirkiyeyê pirsgirêka kurdan tune ye, va ye ez jî kurd im, ez bûme parlamenter, kurd dibin valî, dibin serokpartî, dibin hertişt’, rast dibêjin, ji ber ku ew dibin her tişt, lê nikarin bibin kurd. Ew tenê li ser bingehê înkarkirina eslê xwe û pejirandina tirkbûnê bûne parlamenter, valî, serokpartî. Bingehê wan xiyaneta li gelê xwe ye. Roja ew bibêjin, ‘ez kurd im û bi kurdî diaxivim’ wê serê wan jî were jêkirin û ne ku bibin tirk dev jê berde karê parlamenteriyê, karê paqijkirina qedemgeyan jî nadin wan.
Ji bo wê, bila kes nebêje, ‘Tirk PKKê dike mahne û li Rojava dide, pirgirêka ewlehiyê ya Dewleta Tirk heye, dive Rojava ji çekan were xalîkirin, dive YPG, YPJ çekên xwe deyne û tev li artêşa Sûriyê bibe, da ku tirk êrîşî Rojava nekin, bila PKK ji Başûr derkeve, ku dewleta tirk êrîşî axa Başûr neke û her wekî din. Baş e, di dema pêvajoya aştiyê de, ma PKK endamên xwe ji bakur venekişandin û çek ranewestandin? Tirk ewqasî hov in, ku di dema vê paşdevekişînê de bi xwînxwarî êrîşî endamên PKKê kirin û bi dehan ji wan kuştin. Ger mahne PKK ye, niha li bakur -ew bi xwe dibêjin- PKK nemaye, wê demê çima tu endamên DAIŞê berdidî derve û bi hezaran endamên HDPê, kesên bêguneh, mirovên nexweş, li ber mirinê tu bernadî derve? Ma sedem ne kurdbûna wan e? Kurd in, bila di zindanê de bimirin, lê ronahiya derve nebînin. Lê DAIŞî bi dehan kesan bikujin jî dikarin derkevin der ve, ji ber ku wê bi pasaportên tirk xwe bigihînin Rojava û di rijandina xwîna kurdan de ji aliyê MITa tirk ve werin bikaranîn.
Serokê Dewleta Tirk xwînxwar Erdogan piştî ketina Şamê, dibêje Tirkiye ji Tirkiyeyê mezintir e. Wateya vê çi ye? Tirkiye di serê me de ji Tirkiyeya niha mezintir e, bi awayekî din dibêje, Osmaniyan ku der dagir kiribûn, em ê hêza xwe ya dewletî ji bo gihiştina wan sînoran bi kar bînin. Me beşê başûrê Kurdistanê dagir kiriye, niha em rojavayê Kurdistanê dagir dikin, ger bi dest me bikeve, em ê beşek ji axa Sûriyeyê û Libnanê jî dagir bikin û bigihêjin xeyalên xwe: Ji bo wê dibêje Tirkiye ji Tirkiyeyê meztir e û berê tevayî leşker, çete û xayînên xwe dide ser Kobanê. Dizane ku Kobanê kela şikandina bîrûbaweriya wî û çeteyên wî ye. Kobanê ne tenê rizgarkirina bajarekî kurdan û têkbirina DAIŞê bû. Kobanê berxwedan û serkevtina têkbirina xeyala Erdogan û ya giştiya tirkên nijadperest ên bi xeyala gihiştina erdên osmanî bû. Ji bo wê têkbirina Kobanê ji Dewleta Tirk re bûye meseleya namûsê û ya mayîn û mirinê.
Lê divê ew zanibe ku KOBANÊ ji TIRKIYEYÊ mezintir e. Kobanê bi têkoşîna xwe ya têkbirina bîrûbaweriya Dewleta Tirk û çeteyên DAIŞê êdî ne tenê bajarekî kurdan ew bajarê giştiya mirovahiya cîhanê ye. Wîjdanê mirovahiyê wê destûra têkbirina Kobanê nede. Mirovahî wê di kesayeta xwedîderketina li Kobanê de, xwedî li mafên xwe yên mirovî derkeve. Ji bo wê Kobanê wê nekeve. Dewleta Tirk û bîrûbaweriya wê ya xwênxwar û dagirker wê li Kobanê bişike. Kobanê ne tenê ji aliyê kurdan ve, wê ji aliyê giştiya cîhanê ve were parastin, ji ber ku KOBANÊ ji Tirkiyeyê MEZINTIR e. Îro Kobanê êdî Kurdistan e. Tirk û çeteyên li Kobanê bişikin, wê çem û çem biçin û ji Kobanê Kurdistan damezire.