1 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

KNKê xwest qirkirina 1915an bê qebûlkirin

KNKê qirkirina sala 1915an a bi destê Osmaniyan li hemberî gelênxwecihî yên Mesihî hate kirin bi xurtî şermezar kir û xwest, qirkirin ji aliyê tevahiya dem û dezgehên pêwendîdar ve bê qebûlkirin

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber salvegera qirkirina Ermen û Asûrî-Suryanî û Kildaniyan ku bi destê Împaratoriya Osmanî di sala 1915an de hate kirin, daxuyaniyek da.

KNKê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser komkujiya ku ji aliyê Împaratoriya Osmaniyan ve pêk hatine û ev tişt ragihand: “Împaratoriya Osmanî û hevkarên wan di sala 1915an de li dijî gelên xwecihî yên Mesîhî (Xiristiyan) ku li cografyaya Mezopotamya û Anatolîya dijîn, qirkirinek mezin pêk anî. Hejmareke bilind a Kurdên Êzidî jî bi ber vê jenosîda wan ketin. Di vê qirkirine da rêvebirên Cemîyeta Ittihat Terakî, çeteyên Teşkîlata Mexsûsa, Alayên Hemîdiyê û Artêşa Osmanî, efserên (sûbayên) di Artêşa Osmanî da kar dikirin, li hemberê mirovahîyê sûc kirin. Gelê Ermenî û Asûrî-Suryanî-Kildanî, bi armanca ku bi dirok û kultura wan ve ji holê rakin qir kirin. Ev qirkirin li dijî mirovahiyê sûcek e ku ne mumkun e bê înkarkirin. Belgeya berçav û heqîqî hejmara kuştina ji milyonek û nîvan zêdetir mirovan e. Qeydên nufûsa Împaratoriya Osmaniyan jî vê rastîyê teyîd dikin. Ji gelê Asûrî-Suryani-Kildanî zêdetir ji nîv milyonê, ji gelê Ermenî jî di ser milyonekê mirov bi barbarî û bi rengên cuda û li cihên cuda hatin kuştin. Bi sed hezaran kes jî ji cih û warên wan, bi Qanûna Tehcîrê hatin surgun (mişext) kirin. Bi deh hezaran, piranî zarokên keç û jinên ciwan, hatin misilmankirin û bi awayekî xeyrî insanî, bi zorê hatin zewicandin. Bi hezaran warên bicihbûnê, dêr û manastir, dibistan û pirtûkxane, kargeh hatin wêrankirin. Hejmareke ne diyar mal û milk û dewlemendî hatin desteser kirin û xesp kirin. Kuştin û birandina gelên Asûrî-Suryanî-Kildanî û Ermenî û wêrankirina wargeh û şopên kulturî û dîrokî yên wan mubah hate ditin; bi bangên cîhadê û bi fermanan paksaziya etnîk û dînî hate kirin.”

KNKê wiha got: “Împaratorîya Osmanî, axa Mezopotamya û Anatoliyayê dagir kir û bi sedsalan talan kir û di sala 1915an de jî ev gel qir kirin ku ji vê birîna jenosîdê hêj jî xwûn tê. Ev travmaya ku bi serê van xelkan hatî ev e sed û deh sal in li ser nifşên nû bûye trajedî ku bi bîrhatinên gelek tahl ve tijî ye. Piştî jenosîda ku sed û deh sal ji ser ra derbazbûyî, Komara Tirkiyeyê ku mîratxwera Împaratorîya Osmaniyan e, vê qirkirinê qebûl neke hingê dibe şirîkê vî sûcî ku ev e tê manaya bi awayekî din domandina jenosîdê. Bi munasebeta 110. sala jenosîdê em bang li Komara Tirkiyeyê dikin ku qirkirinê qebûl bike û pêdivîyên wê jî bîne cih. Em wek KNK, jenosîda sala 1915’an careke din bi xurtî şermezar dikin û daxwaz dikin ku ji aliyê tevahiya dem û dezgehên peywendîdar ve bê qebûlkirin.”